Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin 2023-11-03 11:00:29   AMED - Cîgirê Şaredarê Rezana Amedê Siddik Aycil û Midûrê Karên Fenê Firat Kiliç ji sûcê ku ji karsazekî “bertîlê girtin e” hatin girtin. Şaredar Huseyûn Beyoglû jî wek şahid îfade da.    Li Amedê karsaz N.B. bi beramberî îmarê bertîl da Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Rezanê Firat Kiliç. Di vê bertîlxwarinê de Kiliç hat binçavkirin. Lêpirsîn hat berfirehkirin û Cîgirê Şaredarê Rezanê Siddik Aycil ê ji Îmarê berpirsiyar e jî di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin. Aycil û Kiliç ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve ji sûcê “bertîl wergirtine” hatin girtin.    Hat zanîn ku Şaredarê Huseyîn Beyoglû jî di lêpirsînê de wek şahid îfade daye Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku lêpirsînê bi rê ve dibe. Hat diyarkirin ku Beyoglû duh îfade daye.    Di vê lêpirsîna ku biryara veşarî danîne serê, balkêşe ku beriya hilbijartinê xwecihî hatiye. Berê jî Şaredariya Rezanê bi îdiayên gendelî û bertîlê hatibû rojevê û der barê rêveberiyê de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Ev lêpirsîna beriya hilbijartina xwecihî hatiye destpêkirin, di nav AKP’ê û namzetên wan de wek “şerê navxweyî” tê şîrovekirin.