Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê 2023-11-03 12:22:58   AMED - Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê li navçeya Sûra Amedê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê.    Şîrketa Bazirganî û Xizmetên Rêveberiya Emlakê ya Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê aşkere kir ku 3 otel, 12 kargeh û 53 avahiyên li Taxa Alî Paşa ya girêdayî navçeya Sûra Amedê ne, dane ber firotinê.    Ji neguhezbarên bi rêbaza mezada vekirî dane ber firotinê ji bo oteleke xwedî qadeke 915 metrekare 24 milyon lîre, ji bo oteleke xwedî qadeke 274 metrekare 33 milyon û 100 hezar lîre, ji bo oteleke 608 metrekare jî 16 milyon û 400 lîre bedel hate diyarkirin.    Ji bo avahiyan jî bedelên di navbera milyonek û 100 hezar lîre û 7 milyon û 580 hezar lîre de hatin diyarkirin.    Ji bo mezada vekirî ya ku dîroka dawî ya qeydê weke 13 mijdar hate diyarkirin, serlêdan dikarin li ser înternetê bên kirin. Mezada vekirî dê di 14’ê mijdarê de li Otela Bîlkent a Enqereyê û li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoç saet di 10.30’an de bê lidarxistin.