Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da 2023-11-03 13:16:02   AMED - Derket holê ku şahidê eşkere Umît Akbiyik derheqê 669 kesan de îfade daye, îfadeyên wî ji 112 rûpelan û ewraqa teşhîsa wî jî ji 671 rûpelan pêk tê. Bi vê yekê re derket holê ku Akbiyik di her 3 deqeyan carekê de kesek teşhîs kiriye.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25’ê nîsanê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de lêpirsîn da destpêkirin. Kitekitên karûbarên îfadegirtinê û yên teşhîhskirinê jî hêdî hêdî derdikevin holê.    Derket holê ku Akbiyik parêzer, siyasetmedar, hunermend û rojnameger jî di nav de bûn derheqê gelek kesan de 32 saetan îfade daye. Akbiyik di nava van 32 saetan de her 3 deqeyan carekê li ser kesekî/ê îfadeye daye. Akbiyik, derheqê 669 kesan de îfade da, îfadeyên wî ji 112 rûpelan û teşhîsên wî jî ji 671 rûpelan pêk tên.    Dadgehê, daxwaza ji bo şandina hemû îfadeyan red kir û derket holê ku parçe parçe şandiye. Danişîna kesê bi navê S.E. ku di çarçoveya îfadeyên Akbiyik de hatiye girtin, duh li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. S.E. ku li cihekî bi kêmtirîn mûçeyê dixebite û girtî bû û parêzerê xwe tev li danişînê bûn. Şahidê eşkere Akbiyik jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. S.E. parastina xwe kir û îdiayên Akbiyik ku digot; “tev li çalakiyên derqanûnî bûye” û “perwerdeya rêxistinî dîtiye” red kir.    NAVÊN LI EMNIYETÊ DABÛN NEHATIN BÎRA WÎ   Umît Akbiyik jî îdia kir ku S.E. di navbera salên 2018 û 2020’an de li rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê tev li 2 “perwerdeyên rêxistinî” bûye û tev li du çalakiyên derqanûnî bûye. Akbiyik, îdia kir ku kesên tev li 2 perwerdeyên ku îdia dike S.E. jî tev li bûye nas dike. Lê dema parêzerê S.E., Baver Mizrak navên kesên tev li çalakiyan bûne jê pirsî, Akbiyik got; “Niha nayên bîra min.” Akbiyik, wiha bersiv da pirsê: “Kesên ji bilî vî bersûcî tev li perwerdeya rêxistinî bûn min di pêvajoya lêpirsînê de anîbû ziman. Lê ew nav niha nayên bîra min. Beriya ku ez di dema lêpirsînê de îfadeyê bidim, heta beriya ku serî li TEM’ê bidim, min tiştên dê bigota di serê xwe de kom kiribûn û amade kiribûn. Lewma îfadeyên min wê demê dabûn rast in.”    LI EMNIYETÊ 669 NAV HATIN BÎRA WÎ LÊ DI DANIŞÎNÊ DE NEHATIN BÎRA WÎ!   Parêzer Baver Mizrak mafê axaftinê girt û wiha got: “Şahid dibêje ku nav li emniyetê hatine bîra wî lê di danişînê de nayên bîra wî. Ev yek, nakokî ye. Îfadeyên şahidî ya di dema lêpirsînê de di 32 saetan de hatine temamkirin. Di nava vê pêvajoyê de derheqê 669 kesan de îfade daye û îfadeyên wî ji 112 rûpelan pêk tê. Her wiha ewraqa teşhîsa wî ji 671 rûpelan pêk tê. Anku di her 3 deqeyan carekê îfadeyek daye û kesek teşhîs kiriye. Ev yek tiştekî asayî nîne. Tenê ji ber vê yekê jî mabe divê îfadeyên wî esas neyên girtin.”    DAXWAZA BILA LI PARÊZER WEKE ŞAHID WERE GUHDARÎKIRIN     Mizrak, diyar kir ku mimkin nîne di dema 32 saetên îfadeyê de parêzerê Akbiyik jî li wir amade bibe û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku li parêzerê tê îdiakirin di dema îfadeyê de li wir amade bû weke şahid lê were guhdarîkirin. Ji ber dema girtinê û komkirina delîlan, dixwazin miwekîlê min were tehliyekirin.”    BIRYARA TEHLIYEYÊ HATE DAYÎN   Dadgehê biryar da ku ji bo were tespîtkirin bê ka S.E. di dema çalakiyên Akbiyik qala wê dike de li ku bû, ji BTK’ê agahiyên lêgerîn, peyam û hinek agahiyên din ji bên xwestin. Her wiha dadgehê daxwaza weke şahid guhdarîkirina parêzerê Akbiyik û temamiya îfadeyên Akbiyik li dosyayê red kir. Dadgehê ji bo S.E. biryara tehliyeyê da û danişîn taloq kir.