Li Rihayê muxtarê tacîzî zarokekê kiribû ji peywîrê hate wergirtin 2023-11-03 15:10:55   RIHA - Muxtar Nîhat Y. ku li Rihayê bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî li zarokekê kiribû, ji peywîrê hate wergirtin.    Muxtar Nîhat Y. (69) ku li navçeya Halîliye ya Rihayê bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî li zaroka bi navê Z.K. a 14 salî kiribû, ji peywîrê hate wergirtin. Z.K. ya ku di 25’ê cotmeha 2023’yan de çû Miduriyeta Şaxa Zarokan a Polîsan û vegot ku muxtar Nîhat Y. ji sala 2021’an ve tacîza zayendî lê dike, giliyê faîl kir. Derbarê Nîhat Y. ê di 26’ê cotmehê de hate binçavkirin de ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya zarokan” lêpirsîn hate destpêkirin. Faîlê ku îfadeya wî hate wergirtin, bi hinceta “înkara bi israr” bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Piştî ku faîl Nîhat Y. hate berdan, Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê giliyê faîl kir. Li ser giliya wezaretê faîl Nîhat Y. ji peywîra muxtariyê ya girêdayî navçeya navendî ya Halîliyeyê hate wergirtin.