Li dijî şerên li Rojhilata Navîn ‘Nobeda Aştiyê’ hat lidarxistin 2023-11-03 15:44:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê “Nobeda Aştiyê” domandin û hat xwestin şerê li Rojhilata Navîn berbelav bûye bê bidawîkirin.    Endam û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di her îna destpêkê ya mehê de “Nobeda Aştiyê” li dar dixin. ÎHD’ê çalakiya “Nobeda Aştiyê” ya vê mehê jî li dar xist.    Di serî de li şaxên ÎHD’ê yên Amed, Enqere û gelek bajarên din li dijî şer “Nobeda Aştiyê” girtin. Çalakî li avahiyên şaxên ÎHD’ê pêk hat.    Di çalakiyan de daxuyaniya hevpar hat xwendin. Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci di çalakiyê de daxuyanî da. Şaxa ÎHD’a Amedê jî ku çalakî li dar xist, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku li her deverê erdnîgariya Rojhilat Navîn şer berbelav bûye û hat gotin, “Şer binpêkirina mafan bi xwe re tîne.” Di daxuyaniyan de hat xwestin ku şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe û li şûna şer aştî were tesîskirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku 100 salên Komara Tirkiyeyê jî bi şer û pevçûn derbas bûye û bidawîkirina şer jî bi aştiyê û demokrasiyê mimkûn e.