Rêxistinên hiqûqê: Bila Kişanak û Atalay bên berdan 2023-11-03 15:57:49   ENQERE - Rêxistinên hiqûqê yên li pêşiya Edliyeya Enqereyê hatin ba hev, diyar kirin ku dê li hemberî binpêkirina hiqûqê bêdeng nemînin û xwestin ku Gultan Kişanak û Can Atalay bên berdan.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqa Civakî, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê û Piştevaniya Hiqûqnasan û Hiqûqnasên ji bo Edaletê ji bo berdana siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku cezayê herî dirêj ê girtîmayînê tije kiriye lê nayê berdan û Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay, li pêşiya edliyeya li Sihhiyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hiqûqê bikin û Can Atalay û Gultan Kişanak berdin” hate vekirin.    ‘AYM’Ê BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA’   Parêzer Dogan Erkan daxuyaniya hevpar xwend. Erkan, biryara binpêkirinê ya AYM’ê ji bo Can Atalay bi bîr xist û wiha got: “Di pêvajoya darizandinê de gelek derhiqûqtî hatin kirin û niha jî bi biryara AYM’ê nakin û van binpêkirinan didomînin. 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê Can Atalay teyliye nekir û li şûna şandeyê bi îmzeya serokê dadgehê dosya şandin Dadgeha Bilind. Ya ku ev dadgeh dike, sûcên ‘Şexs ji azadiya xwe bêpar hiştiye’ û peywira xwe xerab bi kar anî” dike. Daraz, alî digire û ev jî mînakeke şênber e. Em jî ji bo li dijî vê binpêkirinê dengê xwe derxînin li vir in.”   Erkan, da zanîn ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî rastî heman bêhiqûqtiyê hatiye û wiha bi dawî kir: “Dema girtîmayîna Kişanak temam bûye. Gultan Kişanak di 25’ê cotmeha 2016’an de hate binçavkirin û di 30’ê cotmeha 2016’an de hate girtin. Li gorî CMK’ê dema girtîmayînê tije kiriye û divê were berdan lê biryara tehliyeyê nehat dayîn. Ji ber vê rewşê serî li AYM’ê hatiye dayîn. Xalên qanûnan eşkere ne û divê Kişanak û Atalay tavilê bên berdan. Em nikarin li dijî vê keyfiyeta hiqûqî ya îktîdarê bêdeng bimînin.”