Li Dêrîkê kirin ku zarokek întîhar bike! 2023-11-03 16:56:44   MÊRDÎN - Li Dêrikê Îrem A. ya 16 salî li hewşa mala xwe mirî hate dîtin.    Xwendekara lîseyê Îrem A. (16) ya li gundê Xanîka ya girêdayî navçeya Dêrik a Mêrdînê dijiya, li hewşa mala xwe mirî hate dîtin. Hate îdiakirin ku Îrem A.’yê întihar kiriye. Piştî ku bûyer hate ferqkirin tîmên tenduristiyê hatin agahdarkirin. Cenazeyê Îrem A. rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.    Hate zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û hate îdiakirin ku kirine ku zarok întîhar bike.