Pêşî xera kir, dû re bi heman hincetê ceza erê kir 2023-11-04 09:01:46     AMED - Dadgeha Îstînafê diyar kiribû ku tevlibûna li merasîma cenaze, şînê û daxuyaniyê ne sûc e. Lê bi heman hincetê, ji bo dosyeya ku xera kiribû cezayê hatibû birîn erê kir.    Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, 8 sal û meh û 15 roj cezayê girtîgehê yê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Hevseroka Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) Yuksel Almas hat birîn, pesend kir.    Dadgeha Ceza ya Giran a 9'an a Amedê 10 ceza li Almas birîîbû û Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê jî bi hinceta ku baş nehatiye vekolandin, ceza xera kiribû. Piştî vê darizandin ji nû ve dest pê kiribû. Lê belê Îstinafê dest ji biryara xwe ya berê berda û 8 sal û meh û 15 roj cezayê li Almas hat birîn pesend kir.    Di biryara ewil a xerakirinê de, hat diyarkirin ku tevlibûna li merasîma cenaze, şînê û daxuyaniyê ne sûc e. Dadgeha Îstinafê ku ji dadgeha herêmî xwest ku bê tespîtkirin ka Almas li ser banga rêxistinê tev li merasîma cenaze » çalakiyan bûye yan na, di biryara xwe de bêyî ku xaleke navborî bê tespîtkirin cezayê hat birîn pesend kir.    Parêzerê Almas Mûhîttîn Mûgûç anî ziman ku beriya biryara xerakirinê dadgehê cez abiriye, lê belê ev ceza ji ber lêkolîneke kêm hatiye xerakirin û got: "Dadgeha herêmî di biryara xw eya ewil d eceza birîbû. Lê Dadgeha Îstinafê ev biryar xera kiribû û xwestibû lêkolîneke berfireh bê kirin û diyar kiribû ku beşdariya li merasîma cenazeyan bi tena serê xwe ji bo endamtiya rêxistinê têr nake. Lewma dosyeyê xera kir û ji dadgeha herêmî re şand."    Mûgûç anî ziman ku di darizandina nû de xalên di biryara xerakirinê de nehatine vekolandin û got: "Dadgeha herêmî bêyî ku lêkolînekê bike, ceza hinekî kêm kir û car din ceza birî. Piştî îstinafkirina vê biryarê, byî ku dadgeha herêmî hincetên biryara xerakirinê bi cih bîne, dadgeha îstinafê biryara wê pesend kir. Ev yek jî nîşan dide ku Dadgeha Îstinafê dest ji biryara xwe ya ebrê berdaye û helwesta wê ya ji bo dosyeyê dide der."