DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir 2023-11-04 11:37:22   AMED - DMMO'yê der heqê girtina endama xwe Amîne Demîr û 50 jinên TJA'yî de daxuyaniyek dan û wiha got: “Em diyar dikin ku bi taybetî Amîne Demîr, divê kesên bi salane bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de tên girtin bên berdan û em dibêjin ku heta endama me azad nebe em ê dosya û doza wê bişopînin.”   Odeya Şêwirmendên Darayî ya Amedê (DMMO), têkildarî doza derbarê endama wan Amîne Demîr û 50 jinên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye vekirin de, li avahiya xwe ya li navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyek dan. Endamên Komele Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO), Odeya Avahîsazên Amedê (DMO) û gelek şewirmendên darayî tevli daxuyaniyê bûn.   Metna daxuyaniyê ya kurdî ji hêla endama DMMO'yê Sema Koç, ya tirkî jî ji hêla Serokê DMMO'yê Şiyar Bozhan ve hat xwendin.   'HIKÛMET DADWERIYÊ JI BO ZEXTÊ BI KAR TÎNE'   Koç, bal kişand ser giringiya saziya wan û diyar kir ku ew rêxistineke pîşeyî ne ku krîza aborî ya li Tirkîyeyê tê jiyîn û zirarên civakî û siyasî yên ji ber vê qeyranê ji nêz ve nas dikin û dişopînin. Koç, da zanîn ku di vê pêvajoya ku kedkar û mûçegir di bin çewisandinê de ne, ew jî wek kedkaran para xwe jê distînin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de hikûmet, wek tê zanîn hêza dadwerîyê wek amûra zextê li ser civakê bi kar tîne. Bi taybetî di salên dawî de, pratîkeke ku tu eleqeya wê bi hiqûq û edaletê re nîne, bi hezaran kes di bin navê şahidên nepen û eşkere de, bêyî delîlên berbiçav hatin binçavkirin, girtin û heta cezakirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku salek berê hatibû destpêkirin de endama Odeya me, Rêvebera berê ya Lijneya Disîplînê û hempîşeya me Şêwirmenda Darayîyê Amîne Demîr ji bo îfadedayînê hat gazîkirin, li ser vê bangê çû îfadeyê û mixabin ji ber sedemên ku heta niha jî em nizanin hat girtin.”   'DELÎLÊN BERBIÇAV NÎNIN'   Koç, anî ziman ku tevî ku der barê hempîşeya wan Amîne Demîr de delîlên berbiçav nînin jî, di encama pêkanînek wiha de ev saleke li Girtîgeha Sîncanê bi îfadeyên şahidên eşkere û nepenî de girtî ye. Koç, destnîşan kir ku hempîşeya wan Amîne Demîr ji ber berdewamiya girtina xwe nekarî pîşeya xwe ya Şêwirmendiya Darayîyê bimeşîne û di pêvajoya girtina xwe de jî zirarên madî û manewî dikişîne.    ‘EM Ê DOZA WÊ BIŞOPÎNIN’    Koç, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di çarçoveya vê dosyayê de rewşa heyî ya pergala darazê ya li Tirkiyeyê jî tê dîtin. Tevî ku di encama lêpirsîn û operasyona li Enqereyê hat destpêkirin de bi dehan jin hatin binçavkirin û girtin, lê sîstema darazê bi mehan nekarî biryarê bide kîjan dadgehê dê li vê dosyayê binere. Dema ku dosya di navbera dadgehan de diçû û dihat, kes ferq nedikir ku kesên di vê çarçoveyê de hatine girtin hê di girtîgehê de ne û mafên wan tên binpêkirin. Rewşa endama me rêvebira me Amîne Demîr û jinên ku di çarçoveya heman dosyayê de hatin girtin û darizandin jî heman rewş e. Di çarçoveya vê dosyayê de di 7'ê mijdarê de rûniştina dozê dê pêk bê.  Em diyar dikin ku bi taybetî Amine Demîr, divê kesên bi salane bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de tên girtin bên berdan û em diyar dikin ku heta endama me azad bibe em ê dosya û doza wê bişopînin.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.