Rêveberên DBP’ê xelkê Amedê vexwendin konfaransa xwe 2023-11-04 14:18:49     AMED - DBP’ê têkildarî konferansa xwe ya sibê li dar bixe belavokan belav kir û banga beşdariya konferansê li gel kir.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 12’ê mijdarê de dê li Enqereyê Kognreya xwe ya Giştî li dar bixe. DBP beriya kongreyê dê sibê saet di 10.00’an de li Eywana Dawetê ya Geterlerê ya Amedê bi beşdariyek qelebalix konferansê li dar bixe.    Rêveberên DBP’ê yên bajêr û navçeyan beriya konferansê li semta Ofîsa Amedê belavok belav kirin û xelkê vexwendin konferansa xwe ya sibê li dar bixin. Rêveberên HEDEP’ê yên bajêr û navçeyan jî piştgirî dan rêveberên DBP’ê.