Li aqûbeta Çakici û Boran hat pirsîn 2023-11-04 14:49:04   AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Ahmet Çakici û Halît Boran ên di binçavan de hatin windakirin, pirsîn.    Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin.    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê li di hefteya 769’emîn de li hev civiyan û li aqûbeta windayan pirsîn. Gelek kes tev liçalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.    Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Çakici yê di 8’ê mijdara 1993’yan de bi darê zorê di binçavan de hat windakirin, hat pirsîn.    Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman di çalakiyê de axivî û diyar kir ku di salvegera 100 salî ya Komara Tirkiyeyê de hê jî li vî welatî înkar berdewam dike û ew jî li dijî vê înkarê û binpêkirina mafan têdikoşin.    30 SAL IN XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN    Endamê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz daxuyanî ango serpêhatiya windakirina Ahmet Çakici xwend û destnîşan kir ku Çakici di 8’ê mijdara 1993’yan de li gundê Helhelê yê bi ser navçeya Hezroya Amedê ve tê binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Akdenîz got tevî hemû serlêdanên malbat û hewldanên wan ên edaletê jî tu encam bi dest nexistine.    Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna qurbaniyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    LI ÊLIHÊ HEFTEYA 605’EMÎN    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 605’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê kom bûn û bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên OHD, MEBYADER, HEDEP, DBP, nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.  Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Halî Boran ê di 19’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Fatîha Stenbolê hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.    Rêvebera ÎHD’a Êlihê Sumeyye Gultekîn di çalakiyê de axivî û heta ew aqûbeta windayan hîn bibin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.    Açıklama oturma eylemi ile son buldu.