Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye! 2023-11-05 09:03:56   ŞIRNEX - Analîza dengê ku tê îdîakirin aîdî Aktîvîsta TJA'yê Sumeyye Gok e bû sedema girtina wê. Her çiqas ew bi tawanbariya kuştina Tahîr Guven girtî ye jî lê hîna jî mesele zelal nebûye. Parêzerê Gok, Haşim Togurlu diyar kir ku pêvajo bi awayekî derqanûnî hatiye meşandin û got: "Tevî ku di raporên analîza deng ên ji aliyê leşkeriyê û ATK'ê ve hatine amadekirin de nakokî hene jî, muwekîla min nayê berdan."   Birayê Serokê AKP'ê yê berê yê navçeya Cizîrê Cîhan Guven, Tahîr Guven di 4'ê kanûna 2021'an de li kolana Mercan a taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin. Di operasyona ku der barê kuştina Guven de hatibû destpêkirin 26 kes hatibûn binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok û endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) M. Miraç Dînç jî di nav de 2 kesên din bi îdiaya “kuştina bi plankirî, xerakirina yekitî û perçekirina dewletê û “kuştina bi zanebûn” hatin girtin.   Sedema girtina Aktîvîsta TJA'yê Gok qeyda deng a ku ji 6 saniyeyan pêk dihat û aidî  jinekê ye û bi rêya WhatsAppê ji Guven re hatiye şandin, hate nîşandan. Ji bo tespîtkirina deng ku gelo ka aîdî Gok e yan aîdî kesek din e ji Laboratuvara Cendirmeyan a  Wanê re hat şandin. Di qeyda ku behsa wê tê kirin de kes bi kurdî axiviye lê ji bo analîza dengê Gok bi tirkî hatiye girtin. Di rapora ku ji leşkeriyê vegeriya de hat destnîşankirin ku deng dibe ku heman be. Di encama daxwazên bi israr ên parêzeran de qeyda dengê kurdî ya Gok li pêşberî heyeta dadgehê hate tomarkirin û ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê re hate şandin. Di rapora ku ji ATK'ê vegeriya de jî hate diyarkirin ku dengê ku di dosyayê de cih digire ji bo berhevkirina dengan ne guncav e. Parêzerên Gok diyar kirin ku di raporên analîza deng ên ji aliyê ATK û leşkeriyê ve hatine amadekirin de nakokî hene û ji ATK’ê re nivîs şandine ku deng ji nû ve bê lêkolînkirin. Daxwaza parêzeran hê jî nehatiye bersivandin. Nêzî du sal in lê hê heta niha jî nehatiye piştrastkirin ku qeyda deng ka aîdî kî ye.    Parêzerê Sumeyye Gok û di heman demê de Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şirnexê Haşim Togurlu der barê bêhiqûqiyên di çarçoveya lêpirsîn û darizandinê de pêk hatin nirxand.   ‘DOSYE PEVXISTIN E’    Togurlu bi lêv kir ku dosye bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî ê demê Suleyman Soylu ve hatiye çêkirin û got: “Pêvajoya girtina Sumeyye Gok pêvajoyeke derqanûnî ye. Muwekîla me dema li nîvê kolanê dimeşiya hat binçavkirin. 4 roj piştî kuştina Tahîr Guven li Silopiyayê hat binçavkirin. Îxbarek bi rêya gmailê ji polîsan re diçe. Di vê îxbarê de tê îdiakirin ku, Gok dibe ku di kuştina Tahîr Guven cih girtibe, hatiye binçavkirin. Pişt re em hîn bûn ku di dosyeyê de qeyda deng heye. Tê îdiakirin ku qeyda deng a aîdî Gok e. Bi dîtina me ev dosye bi tevahî dosyeyek pevxistî ye. Ev dosyae bi fermana Suleyamn Soylu hatiye çêkirin. Ji ber ku Soylu  rasterast li ser vê dosyeyê di parlamentoyê da ferman dabû û polîs û hemû yekîneyên din hewl dan ku ji bo meşrûkirina Wezareta Karên Navxweyî hemû rêbazan bikar bînin. Tevî ku me hemû nakokiyên di dosyeyê de derxistin holê jî, ti daxwazên me nehatin bicihkirin û îtîrazên me jî nehatin qebûlkirin.”   ‘DENG JI 6 SANIYEYAN PÊK TÊ’   Togurlu anî ziman ku sedema girtina Gok qeyda dengê ku ne aîdî wê bûye û got: "Di qeyda deng a 5-6 saniyeyî de gotinên wekî 'Ez hewl didim xwe bigihînim te, tu bersiva telefona xwe nadî, înterneta te qut bûye, min tiştek ji te fêm nekir’ heye. Ev deng jî bi kurdî tê şandin. Tê îdiakirin ku ev qeyda deng aîdî Sumeyye Gok e û Tahîr Guven kişandiye cihê bûyerê û di kuştina wî de cih girtiye. Ev qeyda deng di çarçoveya lêpirsînê de ji Laboratuvara Cendirmeyan a Wanê re tê şandin. Ev qeyd di rapora Cendirmeyan de tê diyarkirin ku dibe ku deng heman be. Bi gotineke din, ne teqez e, tê ragihandin ku dibe ku di dereceya sêyem de wisa be, ne di dereceya duyemîn de. Lê me israr kir ku ev rapor bi awayekî derqanûnî hatiye amadekirin. Ji bo analîza dengekî divê ku biryara dadgehê hebe lê ev pêvajo bêhiqûqî hate meşandin.   ‘DENGÊ WÊ NEQANÛNÎ HATIYE GIRTIN’   Togurlu anî ziman ku qeyda dengê Gok li Midûriyeta Polîsan bi awayekî derqanûnî hatiye qeydkirin û got: “Lê belê tevî ku di lêpirsînê de biryara veşarî hebû jî, me nekarî bi muwekîla xwe re hevdîtinê pêk bînin. Qeyda dengê muwekîlê me yê ku bi awayekî derqanûnî hatiye binçavkirin, tê qeydkirin û ji bo analîzkirinê tê şandin.  Qeyda dengê ya ku Guven re hatiye şandin bi kurdî ye, lê dengê ku bêyî haya muwekîlê me hatiye qeydkirin jî bi tirkî ye. Di vir de jî nakokî heye û bi hinceta vê qeyda dengê Gok digirin. Ev salek û nîv e me bi israr daxwaz kir ku ev deng ji ATK’ê re bê şandin û dengê muwekîlê tam bi heman peyvên qeyda deng li pêşberî dadgehê bê analîzkirin û ji ATK’ê re bê şandin. Ev daxwaza me beriya du rûniştinan pêk hat. Dengên ji ATK'ê ya Stenbolê re hatine şandin re jî bersiv hate dayin û hate gotin ku ji bo ku van dengan binîn ba hev ne guncav e.”   ‘DELÎLÊN ŞÊNBER NÎN IN’    Togurlu da zanîn ku di raporên cendirme û ATK’ê de nakokî hene û ji bo çareserkirina van nakokiyan serî li Desteya Bilind a ATK’ê dane û got: “Em li benda encama vê raporê ne. Heke ev rapor derkeve divê muwekîla min bê berdan. Heke r rapor neyê girtin jî, tu delîlên şênber nîn in ku Gok girtî bê darizandin. Eşkere ye ku dosye bi daxwaza Suleyman Soylu hatiye amadekirin.“   ‘MALBATÊ ÎFADEYA XWE GUHERAND’    Togurlu anî ziman ku  îfadeyên malbata Guven ên di destpêkirin lêpirsînê û dadgehê de hatine girtin jî bi nakokî ne û wiha got: “Qeyda deng a jinekê ye û hevjîn û keça Tahîr Guven jî ev jin dîtine. Dema di qonaxa lêpirsînê de wêneyê Gok ji malbatê re tê nîşandan, malbat Gok nas nake û di qonaxa lêpirsînê de dibêjin ev kes ne Gok e. Lê ji ber hin sedeman li dadgehê dibêjin ev kes Sumeyye ye.”   MA / Zeynep Durgut