Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye 2023-11-05 09:07:47   ÊLIH - Şaredarê Hezo ya Êlihê Ayhan Eren ku piştî ji HDP'ê hat bijartin bi salekê derbasî AKP'ê bû, şaredarî di nava deynan de hiştiye.   Ayhan Eren di hilbijartina 31'ê adara 2019'an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wekî Hevşaredarê Hezo ya Êlihê hat hilbijartin, piştî hilbijartinê bi salekê ji HDP'ê îstifa kir û derbasî AKP'ê bû. Eren ku bi hinceta "bi vê partiya ku ez bi ser ketim e ne pêkan e ku di warê rêveberiya xwecihî de xizmeteke baş û siyaseteke baş bê kirin" îstifa kir, heya niha şaredarî di nava gelek deynan de hiştiye.    ZÊDETIRÎ 220 MILYON DEYN   99 milyon û 358 TL deynê krediyê, 31 milyon û 357 hezar TL deynê ceryanê, 21 milyon û 203 hezar TL deynê Midûriyeta Malê, 40 milyon û 318 hezar TL deynê SGK'yê, milyon û 401 hezar TL deynê Sindoqa Malnişînan, 194 hezar TL deynê Yekitiya Şaredariyan, 218 hezar TL deynê Îdareya Taybet a Bajêr, 174 hezar TL deynê îcrayê, 570 hezar TL deynê Ajansa Pêşvebirinê û 11 milyon û 603 hezar TL deynê Şîrketa Anonîm a Şaredariyê hene.    Her wiha deynê xebatkarên şaredariyê yên li şaredariyê jî 4 milyon û 377 hezar TL ye.    'BÊBEXTÎ KIR'   Nazîme Avci ku tevî Ayhan Eren wekî hevşaredar hat hilbijartin û paşê ji peywirê hat girtin, anî ziman ku berpirsê van deynan Eren e.    Avci wiha got: "Ayhan Eren ku bêbextî li gelê xwe û partiya xwe kir, ev bêperwatî û bêqanûniye tenê bi hêza xwe nekiriye, hêzê ji partiya desthilatê û şirîkên wê yên li herêmê ku pergala wan bûye ya nelirêtî, dizî û bêhiqûqîtiyê digire."   Avci, bilêv kir ku di 31'ê adarê de gava şaredarî bi dest xistin 140 milyon deynê wê hebûye û got: "Gava Ayhan Eren derbasî AKP'ê bû, bi hinceta xizmetê derbas bû. Lê halî hazir deynên şaredariyê 210 milyon TL derbas kiriye. Li holê jî tu xizmet tune ye. Şaredarî deyndarê hemû saziyan e. Ji karekeran bigire heya bi bankeyan deyndarê her derê ye. Şaredarî ji sedî 30-60 ji meşaên karkeran dibire. Lê dîsa jî tim bi awayekî nelirê alîgirên xwe dixin şaredariyê."    Avci, destnîşan kir ku dê li hemberî van pêkanînan paşdegav neavêjin û got ku ew ê hesabê qurişekî şaredariyê jî bipirsin û van nelirêtî û diziyê eşkere bikin.