Sûcên li hemberî zarokan: Ji ber terîqetan em nikarin pêwendiyê bi malbatan re deynin 2023-11-05 09:08:44 RIHA - Parêzer Cemîle Dîdem Karaboga ku bal kişand ser zêdebûna sûcên zayendî yên li hemberî zarokan, got ku gava ev sûc li pergalên wekî terîqat û cemaetan çêdibin, di warê pêwendiya bi malbatan re zor û zehmetiyê dikişînin.  Li Rihayê di 5 mehên dawî de binpêkirina mafên zarokan zêde bûye. Hin zarok li dibistanan, hin jê li malê û hin jê jî li terîqetên cemaetan rastî îstismara zayendî tên.    Di 13'ê hezîranê de hatibû ragihandin ku Abdulbakî Dakak ê 12 salî winda bûye. Di 14'ê hezîranê de li gundekî naveya Eyyubiye ya Rihayê cenazeyê Dakak hatibû dîtin. Hatibû diyarkirin ku Dakak xwe kuştiye. Paşê hatibû hînkirin ku Dakak ji medreseya cemaeta Menzîlê ku malbatê ew bi zorê şandibû, tim reviyaye. Ev yek fikara ku Dakak li vir rastî muameleyeke xirab hatiye li mirovan peyda kir.    Her wiha li medreseya aîdî terîqata Rûfaiyê ya li Taxa Sirrin a navçeya Halîliyeyê jî dîmenên îşkenceyê ya li du zarokên 4-5 salî li ser medyaya sanal belav bûbûn. Di dîmenan de ku di 9'ê cotmehê de derketibûn holê tê dîtin ku endamên terîqatê îşkenceyê li zarokan dikin. Piştî gilî hat kirin 4 kes hatin girtin.    Parêzer Cemîle Dîdem Karaboga   MIFTÎ JI BER TACIZÊ HAT GIRTIN   Li navçeya Kaniya Xezaln jî miftiyê navçeyê Halîl Bîlîk dest dirêjî zaroka 12 salî Î.Û. kiribû. Herî dawî jî li navçeya Karakopruyê keya Nîhat Y. yê 69 salî destdirêjî li zarkokeke 14 salî kiribû.    Ji parêzerên Baroya Rihayê Cemîle Dîdem Karaboga binpêkirina mafên zarokan ku di demên dawî de li bajêr zêde bûne, nirxand.    PIŞTÎ PEYMANA STENBOLÊ   Karaboga diyar kir ku dosyeyên gelek zarokên rastî îstismara zayendî tên dişopînin. Karaboga destnîşan kir ku di pêvajoyên darizandinê de divê beyanên zarokan esas bigirin û got ku biryarên tevdîrgirtinê yên beriya betalkirina Peymana Stenbolê ku heya 6 mehan bû, dema wê heya 2 mehan hatiye kêmkirin. Karaboga bilêv kir ku çendî tundî pir eşkere be jî, biryarên tevdîrgirtinê pir nayên girtin û got: "Bi qasî ku ez dibînim piştî betalkirina Peymana Stenbolê biryarên tevdîrgirtinê pir kêm tên dayîn an jî bi awayekî bêbandor tên sepandin."   Karaboga, bal kişand ser binpêkirinên mafên zarokan ên li Rihayê ku di demên dawî de zêde bûne û got ku di vir de rewşa malbatan û xizman ku zarok li cem wan dimînin pir girîng e. Karaboga, bilêv kir ku di mijarên bi vî rengî de, ji bo pêwendîdanîna bi malbatan re pir zehmetiyê dikişînin û got: "Bi taybetî jî ev yek, di dema binpêkirinên mafan ên li terîqatan de çêdibe. Em nikarin pêwendiyê bi malbatê re deynin. Ji ber vê zirar digihê zarokan. Mixabin em wekî malekî me be li zarokan mêze dikin. Ji bo sererastkirina rewşê pêdivî bi guherandina hin tiştan heye."    Karaboga, bilêv kir ku pergala şopandin û tespîtkirina sûcên li hemberî zarokan qels e û got: "Mesela gava zarokeke 16 salî bi awayekî ducanî diçe nexweşxaneyê, divê di cî de mekanîzmaya hiqûqî têkeve dewrê. Divê polîtîkaya bêcezatiyê ji holê rabe. Di sûcên li hemberî zarokan de divê li delîlên şênber neyê gerîn. An jî divê demborî ji holê bê rakirin."    MA / Ceylan Şahînlî