'Divê qanûna sansurê bê betalkirin' 2023-11-05 09:09:38   AMED - Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ji bo betalkirina "qanûna sansurê" ku dê AYM di 8'ê mijdarê de biryara xwe eşkere bike bang kirin, gotin ku bi vê qanûnê mafê nûçewergirtinê yê gel tê astengkirin.    "Qanûna Têkoşîna Li Dijî Dezenformasyonê" ku wekî qanûna sansurê" tê binavkirin, di 13'ê cotmeha 2022'yan de li Meclisê hat qebûlkirin. Ji ber vê qanûnê herî dawî rojnamevan Tolga Şardan hat girtin. Ev qanûna ku di dema erdhejê de ji bo sînordarkirina rojnamevanan hat çêkirin, xala wê ya 29'an ku ji salekê heya 3 salan cezayê girtîgehê di xwe de dihewîne, ji zûde ye cihê nîqaşê ye.    Piştî qanûna navborî di rojnameya fermî de hatibû belavkirin, CHP'ê ji bo betalkirina wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM dê di 8'ê mijdarê de biryara xwe ya ji bo vê serlêdanê eşkere bike.    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Hevdîroketorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqî (MLS) Veysel Ok qanûna navborî nirxand.    Hevserokê DFG'ê Serdar Altan   ‘PÊŞÎ LI BER MAFÊ NÛÇEWERGIRTINÊ HAT GIRTIN'   Altan bibîr xist ku gava ev qanûn bûbû rojev wan bi xwe hişyar kiribû ku dê di warê azadiya fikr û ramanê de gelek pirsgirêk rû bidin û got: "Me qîma xwe tenê bi hişyariyê neanîbû. Me diyar kiribû ku dê pêşî li ber mafê nûçewergirtinê jî bê girtin. Bi rastî jî ev yek pêk hat."    Altan destnîşan kir ku bi vî awayî ji rojnamevanan re tê gotin ku "hûn nikarin nûçeyên rast çêbikin". Altan wiha domand: "Ger hûn agahiyên şaş belav bikin, ev yek dê wekî lêpirsîn, doz û binpêkirina azadiya we li we vegere. Jixwe em vê di pratîkê de dibînin. Herî dawî hevalê me rojnamevan Tolga Şardan hat girtin."   ‘HEWL DIDIN ROJNAMEVANIYÊ TUNE BIKIN'   Altan destnîşan kir ku desthilata heyî hewl dide ku rojnamevaniyê tune bike û got: "Êdî ne tenê rojnanevan, dixwazin tevahiay civakê çavtirsandî bikin. Armanc jî ew e ku xwe bi her awayî biparêzin, ser xirabiyên xwe bigirin û nehêlin kirinên wan ji aliyê raya giştî ve bên zanîn. Rojnamevanên vê yekê eşkere dikin jî digirin û bi vî awayî dixwazin tevahiya civakê çavtirsandî bikin."    Altan bang kir ku divê AYM vê qanûnê betal bike û got ku ger neyê betalkirin dê bi vê gelek tiştên xirab bên kirin.    Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok   'ŞÛRÊ DEMOKLES'   Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok jî destnîşan kir ku "Qanûna Dezenformasyonê' wekî "şûrê Demokles" li ser serê rojnamevanan tê bikaranîn. Ok bilêv kir ku ev sererastkirina qanûnî herî zêde di dema erdhejê de hat bikaranîn û bal kişand ser astengkirina rojnamevanan û binçavkirina rojnamevan Tolga Şardan û Cengîz Erdînç.    Ok bilêv kir ku ev qanûn li dijî xala azadiya fikr û ramanê ya AYM'ê ye û got: "Lewma gava em bala xwe bidin biryarên AYM'ê yên berê yên der barê rojnamevaniyê de, divê AYM bê qanûnê betal bike. Ger paşperdeyeke wi ya polîtîk tune be û AYM li gor îçtihadên xwe yên berê tevbigere, ev yek li dijî AYM'ê ye. Desthilat naxwaze ji xeynî wê tu kes der barê bûyerên civakî de agahiyan belav bike."    Ok, da zanîn ku wan wekî MLSA ji bo betalkirina vê qanûnê nameyek ji AYM'ê re şandiye.    MA / Mujdat Can