Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe 2023-11-05 09:14:56   STENBOL-  Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal got ku ji bo çareserkirina meseleya kurd, divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: "Em deriyên Îmraliyê vekin ku bila xwîn nerije."    Li Stenbolê nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîr jî di nav de 78 kesan "Deklarasyona Banga Aştiyê" daxuyandin û ji bo çareserkirina meseleya kur dîşaret bi rêyên çareseriyê kirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Yek ji îmzevanên Deklarasyonê siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal ku di hilbijartina 2002'yan de ji AKP'ê bû parlementer, di navbera 2009-2016'an de serokatiya giştî ya MAZLÛMDER'ê kiriye têkildarî armanca deklarasyonê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Unsal bilêv kir ku meseleya kurd hem Tirkiyeyê hem Sûriye, Iraq û hem jî Îranê eleqedar dike û veguheriye meseleyeke herêmî û got ku ev yek di warê aştiya civakî de gefeke mezin pêk tîne.    Unsal bilêv kir ku ji ber vê deklarasyona "Banag Aştiyê" gelek watedar û girîng e û got ku gelek rojnamevan, ramanwer, siyasetmedar û rewşenbîr îmze danîn bin deklarasyonê. Unsal destnîşan kir ku bi neçareserkirina meseleya kurd û domandina wê, gefeke mezin li aştî û aramiya civakî tê xwarin û got: "Lewma me xwest em potansiyel neyê paşguhkirin. Ev deklerasyona ji bo otorîteyê, xwediyên hêzê û Meclisê hişyariyek e."    MALIYETA ŞER   Unsal destnîşan kir ku kirîza aborî û gelek pirsgirêk û qeyranên din ên li Tirkiyeyê girêdayî neçarserkirina meseleya kurd in û got: "Tirkiye, bi taybetî di du salên dawî de bi krîzeke aboriyê ya mezin re rû bi rû ye. Enflasyon çûye û çûye û bihabûneke tirsnak heye. Sedema vê jî li gel nelêritiyê, neavakirina aştiyê ya li Tirkiye, Rojava û Vaşûr e. Îjar gava gelên Tirkiyeê vê meseleyê di warê aştiya civakî û derûniya civakî de esas bigirinû bi awayekî giştî ji bo aramiya aborî li ser hûr bibin, dê piştgiriyeke mezin bidinê. Yanî divê em car din maliyeta aborî ya şer ji gelên xwe re bibêjin."    'OCALAN AKTOREKÎ GELEKÎ GIRÎNG E'   Unsal destnîşan kir ku di deklarasyonê de ji bo çareserkirina meseleya kurd ya li ser esasekî demokratîk û aştiyane, doza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye kirin û wiha domand: "Wekî hûn dizanin 32 meh in deriyên Îmraliyê girtî ne. Ne parêzer dikarin hevdîtinêb ikin ne jî malbat. Wekî me berê jî dîtiye, ger deriyên Îmraliyê bên vekirin dê di warê çareserkirina meseleya kurd de akorekî girîng, Ocalan têkeve dewrê. Lewma ji bo aramiyê divê em hewl bidin ku ev aktor têkeve dewrê. Deklarasyon dixwaze meseleya kurd li meclisê rasterast têkeve rojeva partiyan, deriyên Îmraliyê yê ku desthilatê qanûnên xwe eciqandine û ew girtine bên vekirin."    ‘VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ'   Unsal axaftina xwe wiha domand: "Di dema pêvajoya ku em jê re dibêjin pêvajoya çareseriyê de, desthilatê bi awayekî înîsyatîf girtibû û muxatabiyeke rast ava kiribû û rasterast bi Ocalan re pêvajoyek dabû destpêkirin. Em ji pêvajoya 2013-2015'an baş dizanin ku gava Ocalan têkeve dewrê dê bandoreke çawa bide der. Wê demê hema bibêje tundî nemabû û derdora civakî ya din jî -ku Behra Reş, Anatolyaya Navîn û Behra Spî jî- atmosfera aramiyê esas girtibûn û piştgiriya wê kiribûn. Madem tecrûbeyeke me ya bi vî rengî heye û madem piraniya civakê piştgiriya vê kir, nexwe ji bo nevekirina deriyên Îmraliyê tu sedemek tune ye. Em car din vekin bila pêvajoyeke ku bes xwîn biherike û aştiyeke civakê çêbibe, rû bide."    Unsal bilêv kir ku ger desthilat guh li deklarasyonê bike dê meseleya kurd bê çareserkirin.    MA/ Îbrahîm Irmak