Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir 2023-11-05 11:14:37 AMED - Konferansa DBP’ê ya li Amedê bi tevlibûna hezaran kesan û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixe, li navçeya Rezan a Amedê li eywaneke dawetê bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” konferansa xwe ya mezin li dar dixe. Li gel bi hezaran kesan, her wiha Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li konferansê bûn. Cil û bergên kurdî yên beşdaran balê dikişînin.    Di konferansa bi coşeke mezin didome de ji ewil endamên dîwanê hatin hilbijartin. Piştre jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Di vê navberê de bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.    Di konferansê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” tên berzkirin. Konferans, bi sînevîzyona ku xeta têkoşînê ya DBP’ê vedibêje tê pêşkeşkirin.    BAL KIŞAND ‘JI KURDAN RE AZADÎ’   Ji endamên dîwanê Parlamenterê HEDEP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku azadiya gelê kurd tê wateya azadiya gelên ereb, tirk, faris û hemû gelên Rojhilata Navîn. Tîryakî, diyar kir ku divê tu kes ji azadiya gelê kurd netirse û wiha domand: “Gelê kurd biryara xwe daye. Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. Em amade ne, gelê me jî amade ye.”    Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HEDEP’ê Cemîle Turhalli Basak jî diyar kir ku rengên kurdistanî mohra xwe li konferansê daye û ev tişt anî ziman: “Yên ku ev dengê Kurdistanê derxistî holê hûn in. Ez spasiya xwe ji bo we tevan dikim. Bi hêviya ku ev konferans bibe wesîleya aştî, yekitî û demokrasiyê.”    Piştî axaftinan jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, konferans bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” berdewam kir.    Piştî sînevîzyona ku têkoşîna berxwedanê ya gelê kurd û DBP’ê vedigot bi hezaran kes rabûn ser pêyan û li çepikan xist.