Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin 2023-11-05 11:48:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye, li gelek gelek gund û meydanan navên tirkî û osmanî lê hatin kirin.    Dewleta tirk di 20’ê çileya 2018’an de tevî komên xwe yên paramîlîter li dijî Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş da destpêkirin û di 18’ê adarê de dagir kir. Piştî dagirkirinê jî bi lez û bez polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê kir û ev polîtîkaye hêj didome. Li hêlekê bûyerên tacîz, destdirêjî, talan, îşkence,  fîdye, revandin û qetilkirinê didomin û li hêla din jî bênavber navên gund û qadan bi navên tirkî tên guherandin.    Li gorî nûçeya ANHA’yê, gund û qadên navên wan hatine guherandin wiha ne:    *Navê gundê Kûtana yê navçeya Bilbilê weke “Selçuk Obası”, navê gundê Qestel Mixdadê weke “Zafer Obası”, gundê Xelîloko weke “Halilak Obası”, navê gundê Bûkê jî weke “Bak Ubası” hate guherandin.    *Li navçeya Mabetayê jî navê gundê Maimalayê weke “Mamal Uşağı”, navê gundê Şiketkayê weke “Maghar Jug”, navê gundê Kurzilê Çêyê jî weke “Cafer Obası” hate guherandin.    *Li navçeya Recoyê jî navê gundê Çaqmaq ê Mezin weke “Büyük Çakmak” hate guherandin.    *Navê Qada Azadiyê weke “Atatürk Meydanı”, navê Xaçerêya Watanî weke “Recep Tayyip Erdoğan Kavşağı”, navê Xaçerêya Newrozê weke “Salah El Dîn Kavşağı” û navê Xaçerêya Kawayê Hêsinkar jî weke “Zeytin Dalı Kavşağı” hate guherandin.   *Di heman demê de dewleta tirk ji bo pişaftinê li herêmên dagir kirî 3 akademiyên bi navê “Yunus Emre Akademisi” vekiriye.