Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e 2023-11-05 13:15:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel li ser navê hemû girtiyan ji konferansa DBP’ê re peyamek şand. Tuncel, konferans silav kir û got: “Xwediyê fikriyata DBP’e birêz Abdullah Ocalan e.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixe, li navçeya Rezan a Amedê li eywaneke dawetê bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” konferansa xwe ya mezin li dar dixe. Li ser navê hemû girtiyên jin û siyasî Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel peyamek şand.    ‘XWEDIYÊ FIKRIYATA DBP’E BIRÊZ ABDULLAH OCALAN E’   Peyam wiha ye: “Rêhevalên hêja; xwediyê çêbûna fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e ku bi Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadparêziya Jinê ji hemû gelan re bûye hêviya azadiyê. Em gelê xwe, rêvebir û endamên xwe yên ku ji roja ev fikriyat hate pêşxistin û heya îro têkoşîna vê fikriyatê dikin silav dikin. Silav ji we rêhevalên ku bi girêdan û baweriya xwe ya têkoşîna azadiyê îro we bi hezaran ev salon tije kiriye.    Silav ji têkoşîna azadiya jin a kurd re ku dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ veguherand felsefeyekê û bi dengê jinên cîhanê re kire yek. Silav ji jinên ku bi vê têkoşînê re dimeşin.    Silav ji we ciwanan re ku we digot ‘Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ û bi soza ‘em ê tu carî pîr nebin’ girêdayîna xwe ya bi Rêbertiya xwe re eşkere dikir.   ‘KONFERANSA JI ME RE BÛ MÎNA ROJÊ’   Rêhevalên hêja; ev konferansa ku di pêvajoyeke zor û zehmet de pêk tê ji bawerî û biryara têkoşîna me re bû wekî ‘Roj’ê. Me biryardayîn û baweriya partîbûna xwe, ji têkoşîna rêvehal Heqî Karer girt.  Me baweriya bi têkoşîna azadiya jinê ji fermandara nemir Bêrîtan girt. Ji Gurbetellî ya ku bi bedeldayîneke giran deng û gotina me bi cîhanê da guhdarkirin girt.   Îro li vê eywanê her dirûşmeke were berzkirin deng, soz û raperîna vê têkoşîna ku Mazluman, Kemalan, Çaran, Sakîne û Sêvêyan girêk bi girêk ristiye ye. Ji wê boneyê em ji kesên ku bi ruhê vê bawerî û berxwedanê ev salon tije kirine re dibêjin; DBP hîmê bingehîn a bi milyonan kurdan e ku têkoşîna azadiyê dimeşînîn.    Yekane xwediyê vê mîrateyê ye ku vê têkoşînê li tevahiya cîhanê belav bike. Partiya rêheval û rêvebirên me yên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane ye. Tu gumanên me ku hemû rêhevalên me dê bi vê peywir û berpsiriyariyê tevbigerin tune ye. Bi baweriya têkoşîna me, bi girêdayîna doza me careke din em konferansa we silav dikin.”