Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin 2023-11-05 16:46:27   EDENE - Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxileya kesên hewl didin bikevin Baregeha Încîrlîkê ya li Edeneyê kirin.    Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxileyî kesên ji bo Filistînê li pêşiya Baregeha Încîrlîkê çalakî li dar dixistin kirin. Polîsan dora baregehê û Taxa Încîrlîkê dorpêç kirin. Polîsan destûr dan ku koma behsa xeberê li qada hatiye diyarkirin mitîngê li dar bixe. Lê belê hinek kesên ji komê hewl dan bikevin baregehê. Li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk mudaxile kirin. Di mudaxileyê de gelek kes birîndar bûn.