Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e 2023-11-06 09:04:00   STENBOL - Şanar Yurdatapan ku ji îmzevanên deklarasyona “Banga Aştiyê” ye diyar kir ku li holê ne “pirsgirêka kurd”, “pirsgirêka tirk” heye û bang li her aliyên muxalîf kir ku xwedî li deklarasyonê derkevin.    Siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan jî di nav de 78 kes di 28’ê cotmehê de li Stenbolê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hatin cem hev û deklarasyona bi navê “Banga Aştiyê” ku îmze kiribûn ji raya giştî re ragihandin. Di daxuyaniyê de banga rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hate kirin.   Yek ji kesên ku deklarasyonê îmze kiriye muzîkjen û parêzvanên mafê mirovan Şanar Yurdatapan e û ji ajansa me re li ser armanca deklarasyonê axivî.    ‘NE PIRSGIRÊKA KURD, PIRSGIRÊKA TIRK’    Yurdatapan anî ziman ku pirsgirêka kurd a ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha bi zanebûn ji aliyê dewletê ve hatiye afirandin û got: “Ji ber vê yekê divê weke ‘pirsgirêka Tirkiyeyê’ were pênasekirin. Ji ber ku bi sedsalan beriya hatina tirkan a Milazgirê, kurd li wir diman. Ku dera vê pirsgirêk e? Ev her tim ji bo Tirkiyeyê bûye pirsgirêk. Ev pirsgirêkek bi nakok e ku ji aliyê dewletê ve bi zanebûn hatiye afirandin û ji ber vê yekê berevajî gotina 'Aştiya li welat, aştî li cîhanê', lê berovajî vê gotinê aştî li welêt qet pêk nehatiye."    GIRÎNGIYA DEKLARASYONÊ    Yurdatapan da zanîn ku danezana ku wan di 28'ê cotmehê de ragihandine ji bo bersivdayîna çareseriyê derketiye holê û destnîşan kir ku di vê wateyê de xwedî wateyeke mezin bi xwe re tîne. Yurdatapan got: “Daxuyaniya hatiye ragihandin, deklarasyonek e ku bêyî îtîrazê daxwaza rakirina zextên civakî û aborî yên li ser gelê kurd û bi taybetî azadiya rêxistinbûn û îfadeyê dike. Daxuyaniyên bi vî rengî gelek sal in tên kirin, lê ev daxuyanî gaveke girîng e ji bo kurtkirina dema em tê de ne û balkişandina li ser aştiya navxweyî. Tenê ragihandina vê deklarasyonê ne bes e, ji bo ku em naveroka wê di hemû qadên jiyanê de pêk bînin divê zextên civakî çêbikin. Weke civaka sivîl û siyaseta kurd divê em van pirsgirêkan çareser bikin.”   ‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’    Yurdatapan bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku rojeva din a metnê bû û diyar kir ku rêya çareseriya demokratîk û aştiya mayînde ya di pirsgirêka kurd de rakirina tecrîdê ye û wiha axivî: “Armanca tecrîdê çi ye? Divê kes nebihîze ku Ocalan çi dibêje. Bila em nebihîzin an fêm nekin. Heke tecrîd rabe dê derewên dewletê ji holê rabin. Her kes wê bi zelalî bibîne û bibihîze ku wateya Ocalan çi dixwaze û çi dibêje. Ka em bibihîzin ka ew çi dibêje. Hûn ji çi ditirsin? Ji bo dewlet tiştekî wiha bike jixwe bi serê xwe sûcê mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê yek ji xalên girîng ên daxuyaniyê helbet bidawîkirina tecrîdê bû.”   BANGA XWEDÎDERKTINA LI DEKLARASYONÊ    Yurdatapan destnîşan kir ku divê hemû komên mûxalîf çareseriya pirsgirêka kurd qebûl bikin û got: “Gelo ev yek pêkan e? Ev ne hêsan e, lê divê em viya bikin.”    MA / Îbrahîm Irmak