Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were 2023-11-06 09:11:57   AMED - Dayikên Aştiyê yên beşdarî konferansa DBP’ê bûn gotin: “Em rêbertiya xwe dixwazin. Bila pê re hevdîtin were kirin. Heke ew derkeve wê aştî were.”    Dayikên Aştiyê yên beşdarî konferansa Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) a li Amedê hat lidarxistin, bûn dan zanîn ku banga rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.    ‘BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Dayika Aştiyê Maşallah Işik Arslan ku ji Sêrtê hat konferansê wiha got: “Em her tim aştî, biratî û wekheviyê dixwazin. Îro tecrîd li ser me hemûyan e, divê ev tecrîda li ser hemû civakê bê rakirin. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û destûr bê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Bila tecrîd rabe û hemû bedewî werin Kurdistanê. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe, tecrîda li ser malbatekê li ser me hemûyan e, divê her kes di vê mijarê de hestiyar be."    ‘EM Ê TECRÎDÊ RAKIN Û AŞTÎ DÊ WERE’    Dayika Aştiyê Kumru Îbek a ji Sêrtê hat konferansê û bi gotina “Em tecrîdê qebûl nakin” dest bi axaftinê kir û wiha got: “Heke tecrîd rabe wê aştî, azadî û hemû bedewî bên. Gelek tengasiyên me hene, em dixwazin bi dawî bibin. Astengiyên mezin hene, lê em ê vê tecrîdê bişkînin.”   ‘RÊBERÊ ME DERKEVE WÊ AŞTÎ WERE’    Momîne Işilyen a ji navçeya Kerborana Mêrdînê beşdarî konferansê bû jî wiha got: “Em axa xwe, Rêbertiya xwe, aştî, wekhevî û biratiyê dixwazin. Ew ji me ditirsin, em ji wan natirsin. Em ji ti çek û firokeyên wan natirsin. Em rêbertiya xwe dixwazin, bila pê re hevdîtinê bikin. Heke derkeve dê çareserî jî derkeve. Canê me bi wî re ye. Heta ew azad nebe miletê me azad nabe. Divê em bibin yek. Divê kurd bibin yek.”   ‘BILA ŞER BÊ SEKINANDIN’    Dayika Aştiyê Leyla Yasak jî diyar kir ku ew ji bo aştî û edaletê hatine konferansê got: “Em ji bo aştî, edalet û wekheviyê li vir in. Em şer û qetlîaman naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin azad bibin. Em dixwazin pirsgirêk bên çareserkirin û komkujî bên rawestandin. Divê Erdogan êdî dev ji van şer û komkujiyan berde.”