487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê 2023-11-06 15:27:44   NAVENDA NÛÇEYAN - 487 welatiyên êzidî yên li Kampa Şaryaî ya Dihokê diman vegeriyan Şengalê.    Ji ber êrişên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de bi sedhezaran êzidî bi rêyên koçê ketibûn û piştî rizgarkirina Şengalê hêdî hêdî vedigerin warê xwe. Wezareta Koçberî û Koçberan a Iraqê da zanîn ku 487 welatiyên êzidî yên li Kampa Şaryaî ya Dihokê diman vegeriyan Şengalê.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vegera kurdên êzidî ya li xaka xwe berdewam e.