Rojnamevan Şardan hat berdan 2023-11-06 17:43:52   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamevan Tolga Şardan piştî serlêdana parêzeran hat berdan.   Rojnamevan Tolga Şardan ku ji ber nivîsa xwe ya der barê rapora darazê ya ku MÎT'ê berpêşî serokomartiyê kiribû de, di 1'ê Mijdarê de hat girtin, hat berdan.   Parêzerên Şardan li ber biryara Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya Stenboê rabûn û ji bo berdana Şardan serlêdan kirin. Piştî serlêdana parêzeran Şardan hat berdan.