Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan 2023-11-06 21:02:25   ÎZMÎR – Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku li Eskîşehîrê di beşa awarte de tê dermankirin, hat berdan.    Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ê di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de, piştî felcî bû di 23'yê Cotmehê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Bolûyê hatibû kirin û di 27'ê Cotmehê de jî ji vir sewqî Beşa Cerahiyê ya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê hatibû kirin. Tanhan ku hê jî li beşa awarte ya Nexweşxaneya Bajêr tê dermankirin, hat berdan.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, ji bo berdana Tanhan di sala 2023'yan de 4 caran serlêdan kiribû, lê belê tu encam ji van serlêdanan dernektibû. Komeleyê herî dawî ji bo berdana Tanhan di 9'ê Cotmehê de serî li Malên Tewqîfê (CTE), Komîsyona Vekolandina Mafên Mirovan a Meclisê, Dozgeriya Girtîgehê û Wezareta Tenduristiyê da. Piştî vê serlêdanê Tanhan hat berdan.   Ayşe Tanhan, keça Cemal Tanhan ragihand ku îro danê êvarî xebatkerekî nexweşxaneyê telefonî wê kiriye û gotiye bavê wê hatiye berdan.