'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e' 2023-11-07 09:01:14   RIHA - Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivîn bi lêv kirin ku şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi fikir û ramanên Ocalan dikare bê çareserkirin û gotin: “Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e.”   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Zêdetirî 32 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê nayên girtin. Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê bi Abdullah Ocalan re bê çareserkirin di 28’ê cotmehê de li Stenbolê ji aliyê 78 kesên ku di nav wan de siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û hunermend jî hene banga aştiyê hat kirin. Piştî Stenbolê li Amedê jî nêzî 200 rêxistinên siyasî û sivîl bi sernavê “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” di 29’ê cotmehê de deklarasyonek eşkere kirin û banga aştî û azadiyê kirin. Nûnerên saziyên ku deklarasyonê îmze kirine, dan zanîn ku ji bo aştî û azadiyê divê demildest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Hate diyarkirin ku piştî deklerasyonan ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin di rojên pêş de çalakiyên cûr bi cûr wê bên li darxistin.    Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku tekildarî deklarasyon û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivîn, bi lêv kirin ku şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan dikare bê çareserkirin.    'ÇARESERÎ FIKIR Û RAMANÊN OCALAN E'   Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz (53) bi lêv kir ku sedema şerê li Rojhilata Navîn berjewendiyên dewletên serdest in û wiha got: “Niha hem li Kurdistanê hem jî li hemû Rojhilata Navîn şerekî qirêj heye. Tiliya dewletên serdest jî di nava vê xwînê de heye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyek daniye. Heke birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe hemû Rojhilata Navîn wê azad bibe. Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Em jî weke dayikên aştiyê ji bo hemû Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin.”   Korkmaz destnîşan kir ku ji bo tecrîd bê rakirin divê gel di nava hewldanê de be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan azad bibe û were nava me. Ji bo ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin divê gel serê xwe rake. Heke gel rola xwe bilîze em dikarin vê tecrîdê bişikînin û azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk were.”   ‘HETA TECRÎD BERDEWAM BIKE AŞTÎ NE PÊKAN E’   Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz (55) jî bal kişand ser şerê li Kurdistan û Filistînê û ev tişt gotin: “Beriya Filistînê li Rojava gelek sivîl hatin qetilkirin û binesaziya herême hat bombebaran kirin. Lê hemû dinya li dijî vî şerî ker bû. Niha jî li Filistinê bi heman awayî şer heye. Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareser kirin. Birêz Ocalan jî ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn her tim qala çareserî û aştiyê kir. Divê fikir û ramanên birêz Ocalan bên guhdar kirin û pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Heke bi birêz Ocalan re li ser maseyê bê rûniştin, ev şer dikare bê sekinandin. Birêz Ocalan Serokê kurdan e. Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û rêya siyasetê bê vekirin. Ev şer jî wê bisekine û tu dayik jî nagirîn. Bila dayik jî li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Heke tecrîd rabe aştî dê pêk were lê heta ev tecrîd berdewam bike aştî ne pekan e.”    'DIVÊ GEL DENGÊ XWE BILIND BIKE'   Dayika Aştiyê Adalet Çay (64) jî anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bingeha hemû pirsgirêkên civakî ye û wiha pê dê çû: “32 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev tecrîd bandorê li ser dayik, ciwan û hemû civakê dike. Em dixwazin rojek beriya rojekê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were. Heke bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk were aştî û aramî dê were li vî welatî. Heke tecrîd rabe ev şer jî wê bê sekinandin. Em jî weke dayikên aştiyê dixwazin bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were û ev xwîn bê sekinandin. Niha li hemû Rojhilata Navîn xwîn dirije em weke dayikan şer naxwazin.”   Di dawiya axaftina xwe de Çay diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê gel dengê xwe bilind bike û ev bang li gel kir: “Ne malbat ne jî parêzer nikarin bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Li gor qanûnên wan jî divê birêz Ocalan ji malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Qanûnên xwe jî bin pê dikin. Heta bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neyê û ev tecrîd neyê rakirin tu aştî jî pêk nayê. Ji bo rakirina tecrîde divê gel di nava hewldanan de be û li kolanan daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan bikin.”   MA / Mahmût Altintaş