Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye 2023-11-07 09:04:04   AMED - Beşdarên konferansa DBP’ê diyar kirin ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.    Partiya Herêmên Demokratîk pêr li Amedê bi dirûşma  “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin”  li Amedê konferansa xwe ya mezin li dar xist. Beşdarên konferansê beriya destpêkirina konferansê axivîn û gotin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyê bidawîkirin, pirsgirêka kurd çareser nabe.    ‘DEWLET SÛC DIKE’   Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Bazîd a Agiriyê Cemîl Koç diyar kir ku mafê her girtiyekî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Koç, axaftina xwe wiha domand: “Dewlet, bi tecrîdkirina birêz Ocalan re qanûnan binpê dike û sûc dike.” Koç, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bal kişand ser pêvajoya di navbera salên 2013 û 2015’an de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê pevçûn sekinî bûn. Ne leşker ne jî gerîlayan jiyana xwe ji dest didan. Hewayê aştiyê çêbûbû. Hemû kesî dît ku dema deriyên Îmraliyê tên vekirin, tiştên baş çêdibin. Bi bidawîkirina pêvajoyê re tecrîd dest pê kir. Dîsa şer dest pê kir. Heke li cihekî şer hebe, li wir krîza aborî heye. Fikrên birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîngin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê em bêhtir têbikoşin. Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin.”    ‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E’    Mehmet Çetîn jî diyar kir ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan, tecrîdkirina gelê kurd e û ev tişt anî ziman: “Piştî qutkirina hevdîtinên bi birêz Ocalan re, zextekî giran li gelê kurd û saziyan hate kirin. Ev polîtîka, berdewamkirina polîtîkaya red û tunehesibandinê ye. Li holê şerek heye ku ev 40 sal in didome. Divê her kes bibêje êdî bes e ji şer û mirinan re. Pirsgirêk bi rêya zext û tundiyê çareser nabin. Çareserî bi rêyên demokratîk dibe. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatab, birêz Ocalan e. Ev hêz û îrade di birêz Ocalan de heye.”    Welatiyê bi navê Alî Altun ku ji navçeya Xelfetî ya Rihayê tev li konferansê bû jî got ku sedema pirsgirêka kurd ew e ku mafên gelê kurd nayên dayîn. Altun, destnîşan kir ku heta ku gelê kurd mafên xwe bi dest dixe dê têkoşîna xwe bidomînin.    ‘DIVÊ DÎWARÊ ÎMRALIYÊ BÊ HILWEŞANDIN’   Tahîr Ozdemîr jî ji navçeya Ceyhan a Edeneyê tev li konferansê bûbû û got ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê li Rojhilata Navîn tu pirsgirêk çareser nebin. Ozdemîr, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Çareserî û muxatabê pirsgirêka kurd diyar e. Di dema pêvajoya çareseriyê de ne leşker ne jî gerîla dimirin. Wê demê muxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bû. Lê belê pêvajoya çareseriyê bi kêrî berjewendiyên hinek derdoran nehat û dîsa şer dan destpêkirin. Rêya çareseriyê ew e ku deriyên Îmraliyê bên vekirin. Di şexsê birêz Ocalan de Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Şerê li Filistînê, li Sûriye û başûrê Kurdistanê tê domandin eleqeya xwe bi tecrîdê re heye. Dema dîwarên Îmraliyê hatin hilweşandin, ne tenê pirsgirêka kurd lê di heman demê de pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî bên çareserkirin. Lewma divê hemû rêxistinên civaka sivîl û gelê kurd ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe mezintir bikin.”    Hevseroka HEDEP’a Xana Axpar a Amedê Semra Akyuz jî wiha got: “Çareserkirina pirsgirêka kurd teqez bi birêz Ocalan pêkan e. Birêz Ocalan li dijî Modernîteya Kapîtalîst, Modernîteya Demokratîk pêş xist. Fikr û pêşniyarên wî yên çareseriyê îro li seranserî cîhanê belav dibin û rê nîşanî civakan didin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan çi hewce bike divê em bikin. Bidawîkirina tecrîdê tê wateya biserketina jin, ciwan û gelê kurd.”