Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da 2023-11-07 10:55:07   MÊRDÎN - Duh bi şev li gundê Enhil ê Mîdyadê li dijî welatiyê suryan Gevriye Akguç bi çekan êriş hate kirin. Akguç, jiyana xwe ji dest da.    Duh di saetên şevê de li gundê Enhil ê navçeya Midyad a Mêrdînê hinek kesên nasnameya wan nehat zanîn bi çekan êrişî welatiyê suryan Gevriye Akguç (92) û hevjîna wî yên ji bo mêvandariyê hatibûn gund kirin. Êrişkar ji cihê bûyerê reviyan. Di êrişê de Akguç bi giranî birîndar bû. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin û Akguç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Tevî hemû hewldanan jî Akguç jiyana xwe ji dest da.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Hat zanîn ku Akguç li Ewropayê dijiya û demek berê li Stenbolê bicih bûbû û demekî kin berê jî ji bo serdana xizmên xwe hatiye navçeyê.