Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin 2023-11-07 13:42:18   ÇEWLIG - Li Çewligê di serdegirtinên malan de 18 kes hatin binçavkirin.    Li navenda Çewligê û navçeyên wê Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê polîsan avêt ser gelek malan. Di serdegirtinên duh û îro hatin kirin de Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeya Bongilanê Ubeyîd Ozer jî di nav de herî kêm 18 kes hatin binçavkirin.    Binçavkirî hemû li Midûriyeta Polîsan a Çewligê tên ragirtin. Hat zanîn ku biryara “veşarî” danîne ser dosyeyê û hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan re jî hatiye sînordarkirin.    Navê hin welatiyên hatine binçavkirin wiha ne: Alaattîn Narînç, Abdurrahman Sav, Şefîka Dogan, Mehtap Ergî, Mazlum Serînyel, Îsamîl Andan, Yunus Sonmez, Saadet Arslan, Rûken Yîgît, Tuba Demîr, Hasan Akyol, Ahmet Dumlu, Kiymat Bagli, Vesîle Sayak,  Tutem Çikaray.