Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan 2023-11-07 15:26:08   BALIKESÎR - Hasan Îpek ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Bandirmayê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan.    Hasan Îpek ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de bû, hate tehliyekirin. Îpek, di sala 1993’yan de li navçeya Îskenderûn a Hatayê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Meletiyê cezayê muebbetê li Îpek birî û şande girtîgehê. Îpek, di 30 saliya xwe de kete girtîgehê û di 60 saliya xwe de derket. Îpek, li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên malbata xwe û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) ve bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin.    ‘EM JI BER NASNAMEYA XWE KETIN GIRTÎGEHÊ’    Îpek, li pêşiya girtîgehê axivî û wiha got: “30 sal demekî kin nîne lê armanca me jî jî pir mezin e. Em ji ber nasnameya xwe ketin girtîgehê. Niha hatim berdan lê dilê min li hundir ma. Yek bi yek hêviya her hevalekî heye. Dilê wan ji bo azadiyê lê dide û hêviyên wan ji me hene. Em li hundir jî bin li derve jî bin tiştekî diguhere tune ye. Me tiştekî xerab nekiriye û ji bo gelê xwe û hemû gelên cîhanê me têkoşîna demokrasiyê meşand. Îro li Rojhilata Navîn şer heye. Ji ber ku demokrasî û azadî tune ne. Têkoşîna demokrasiyê jî bêyî bedel nabe.”    Îpek, piştre jî ji bo biçe cem malbata xwe ya li Êlihê bi rê ket.