Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke 2023-11-07 16:33:16   ENQERE - Parêzerê siyasetmedara girtî Dîlek Yagli, Hakan Bozyurt di Doza Kobanê de diyar kir ku Wezareta Dadê aliyekî dozê ye û wiha got: “Di esasê xwe de dema mirov lê dinêre hûn jî ne bi awayekî yekser aliyekî dozê ne.”    Rûniştina duyemîn a danişîna 40’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.    Parêzerên siyasetmedara girtî Dîlek Yagli, Ozgur Yaldiz û Hakan Bozyurt parastin kirin.    ‘MUTALAAYEKE TIJE NAKOKÎ YE’   Piştî navbera hatiye dayîn, Ozgur Yaldiz parastina xwe domand. Yaldiz, got ku miwekîla wê di çarçoveya mutalaayê de ji 302 û 214’an tê darizandin. Yaldiz, anî ziman ku Dadgeha Bilind dibêje ku li ser dibêtiyan encamek nayê bidestxistin û di vê mijarê de gelek biryarên wê hene. Yaldiz, wiha domand: “Tenê yek delîl nîne ku miwekîla min weke endama rêxistinê were nîşandan. Dibe ku fikrên rêxistinekê û yên welatiyekî bişibin hev û ev yek nayê wateya krîmînalîzekirina welatî. Bawerim we jî mutalaa xwendiye. Gelo we tenê di yek cihî de dîtiye ku têkildarî endamtiya rêxistinê nîqaşek hatibe kirin? Ez ê gelek dirêj nekim; mutalaa tije nakokî ye û zêde xwe dubare dike. Em dixwazin ku miwekîla me ji hemû tawanbariyan beraet bike. Em di serî de dixwazin miwekîla me were tehliyekirin û piştre jî ji hemû tawanbariyan beraet bike.”    ‘LIXWEMIKÛRHATINA TENGEZARIYA DEWLETÊ YE’   Parêzer Hakan Bozyurt jî têkildarî îdiaya şahid ku dibêje “endamên rêxistinê di MYK’a HDP’ê de cih digirin” axivî û wiha got: “Dibêje ku li naverasta Enqereyê endamek tev li civîna duyemîn mezintirîn partiya muxalefetê. Ji bilî şahid tu delîlek nîne. Kesên ku bi salan di bin gefa cezayî de tên îfadeyên hevnegirtî didin û îdia dikin ku endamên rêxistinê tev li civînan bûne. Binêrin, wateya vê îfadeyê ev e; ‘Weke dewlet em tengezar in lê em bi rêya şahidan hinek tiştan hîn dibin.’ Li navenda Enqereyê, li cihekî di bin kontrola hêzên ewlekariyê de tu delîl nînin lê ji ber îfadeyên binakok ên şahid dibêjin hene. Ev, îfadeyeke talûke ye.”    ‘BI AWAYEKÎ NEYEKSER HÛN JÎ ALIYEK IN’   Bozyurt, bal kişand ser aliyên dosyayê û parastina xwe wiha domand: “Hêzên ewlekariyê li ser fermana dozger kar dixebitin û dosyayan amade dikin. Ev yek rast e. Lê aliyekî vê dosyayê heye. Wezîrê Karê Hundir aliyekî vê dosyayê ye, Wezîrê Dadê aliyekî dosyayê ye, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê aliyekî dosyayê ye, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan aliyekî dosyayê ye, MÎT aliyekî dosyayê ye. Delîl jî ji hêla aliyên dosyayê ve tên amadekirin. Di esasê xwe dema mirov lê dinêre, hûn jî bi awayekî neyekser dibin aliyekî dosyayê.    HÛN JÎ HATIN ASTEKÎ WISA KU NEMA DIKARIN GUHDARÎ BIKIN    Danişînên dozê nêzî 3 sal in berdewam dikin. Domdariya van danişînan derfetê nade ku em dosyayan bişopînin. Ji ber ku ewraqên nû li dosyayê tên zêdekirin. Mimkin nîne ku bi vê lezê darizandineke bitendurist were kirin. Hempîşeyên min duh xwestin hinek îfadeyan bidin lê we ji hempîşeyên me re got; ‘ji hêla teknîkî ve li parastinan guhdarî nakim.’ Di esasê xwe de ev yek nîşan dide ku hûn jî ji vê dosyayê westiyane û hatine astekî wisa ku nema dikarin guhdarî bikin.”   Şandeya dadgehê heta sibe saet 10.00’an navber da danişînê.