170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe 2023-11-07 18:51:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê ragihand ku 170 êzdiyên din jî ji Kampa Şarya ya Dihokê ya Başûrê Kurdistanê vegeriyane Şengalê.   Berdevka wezaretê Îvan Fayîq Cabiro ragihand ku 170 koçberên din ên êzdî bi dilxwazî ji Kampa Şarya ya li parêzgeha Dihokê vegeriyan Şengalê, navçe û gundên wê. Îvan got ku vegera koçberan bi hevkariya hêzên ewlekariyê, hikumetên xwecih ên Dihok û Nînovayê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş tê koordînekirin.   Li gorî Îvan, dê di rojên pêş de hin koçberên din ên li kampên Başûr jî vegerin Şengalê.   Duh jî 487 koçberên Êzidî ji Kampa Şarya ya Dihokê vegeriyabûn Şengalê.