ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-08 09:00:01   * Nivîskara kurd Xecê Rêdûr ku ji rojhilatê Kurdistanê ye, bal kişand ser xebatên xwe û da zanîn ku “Xebat û pirtûkên min li ser azadî û wateya jin û zarokan e, armanca min jî ew e ku vê azadî û wateyê bi felsefeyê berfirehtir Bİ zarokan bidim fêmkirin.”   * Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ku derbarê wê de biryara hilweşînê ya bilez hate dayîn, veguhestin dibistanê. Xwendekeran li vir perwerde didîtin jî veguhestin dibistanên cuda. Rêveberê Şaxa SES’a Şirnexê Enes Încîn anî ziman ku bi salan e ji ber nelihevkirina rantê avahiya nû nikare bê avakirin.    * Aktivîst û feminîsta ereb Hîfa Asadî ku bal kişand ser nasnameya girtiyên siyasî yên ji aliyê rejîma Îranê ve tên bidarvekirin û got: "Darvekirin, amûreke çewisandinê ye ku ji aliyê rejîma Îranê ve li hemberî êmaran tê sepandin."    * Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk got: "Divê em fêm bikin ku xwestekên gelê kurd, xwestekine asayî û mafdar in."    * Li Wanê amadekariyên "Meşa Azadiyê" ya li dijî tecrîdê ku dê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin, didomin. Kesên beşdarî civînên gel bûn, diyar kirin ku dê nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê di meşê de bidin der û gotin: "Em ê ji bo heq û edaletê li wir bin."    * Ji bo HES'a ku tê xwestin li Geliyê Zorê bê çêkirin, cara duduyan rapora "ÇED erênî ye" hatibû dayîn. BAroya Amedê ji bo betalkirina raporê serî li Dadgeha Îdare ya Amedê da.    * Emîn Soyal ê 78 salî ku ji sedî 91 astengdar bû û hatibû girtin, piştî îtiraza parêzeran hat berdan. Soyal got ku ya tê kirin ji zilmê pêvtir ne tu tişt e.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna ewil a doza der barê aktîvîstên TJA'yê de hatiye vekirin dê li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   *Danişîna 8'emîn a aktîvîsta TJA'yê Sumeyye Gok û endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Mîraç ku bi îdiaya cînayeta Tahîr Guven tên darizandin dê li Dadgeha Şirnexê bê lidarxistin. (10.30-15.00)   * Li Wanê û Bedlîsê dê di çarçoveya amadekariyên "Meşa Gemlîkê" ya 18'ê Mijdarê de bê kirin, civînên gel bên lidarxistin. (12.00-15.00)   * Desteya Giştî ya Meclisê dê ji bo mijarên di rojevê de bicive. (14.00)   * Rêxistina HEDEP'ê ya Umraniyeyê dê bi beşdariya Hevberdevkê HDK'ê û parlamenter Cengîz Çîçek li avahiya xwe panela li ser tecrîdê li dar bixe. (19.30)