Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê 2023-11-08 09:00:35   ŞIRNEX - Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ku derbarê wê de biryara hilweşînê ya bilez hate dayîn, veguhestin dibistanê. Xwendekeran li vir perwerde didîtin jî veguhestin dibistanên cuda. Rêveberê Şaxa SES’a Şirnexê Enes Încîn anî ziman ku bi salan e ji ber nelihevkirina rantê avahiya nû nikare bê avakirin.    Nexweşxaneya dewletê ya li navçeya Elkê ya Şirnexê xizmet dide, ji ber avahiya lê xizmet dida neguncav e hate valakirin û veguhestin dibistanekê. Avahiya bi 30 cih ku di sala 2004’an de kete xizmetê ji ber bi demê re riziya biryar hate dayîn ku di sala 2020’an de bê hilweşandin û nexweşxaneyeke nû bê avakirin.    Tevî ku ji bo kompleksa tenduristiyê gelek îhale hatin dayîn jî ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve weke xizmeteke 50 nivîn û lojmaneke ji 20 apartmanan hat plankirin, hilweşandinê dest pê nekir. Piştî erdheja li Mereşê ya di 6’ê sibatê de biryar hate dayîn ku nexweşxaneya dewletê ya ji bo wê biryara ‘hilweşandina lezgîn’ hate dayîn veguhêzin Dibistana Navîn a Herêmê ya Leylî ya Şehît Yalçin Aydin û li vir xizmetê bide. Di çarçoveya vê biryarê de xwendekarên li vir dihatin perwerdekirin sewqî dibistanên cuda hatin kirin.    Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê di 30’ê cotmehê de veguhestin avahiya dibistanê. Şêniyên navçeyê jî ji vê dîrokê û şunde berê xwe dan rêya dibistanê.    Sekreterê Rêxistinkirinê yê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Enes Încîn kêmasiyên xizmetên tenduristiyê yên li avahiya dibistanê tên dayîn vegotin.    JI BER RANTA SIYASÎ AVAHIYA NÛ NEHATE AVAKIRIN    Enes Încîn anî ziman ku nexweşxaneya ji ber şertên fizîkî bêkêr bû îhaleya wê beriya 3 salan hate kirin ji ber ranta siyas nehate avakirin û da zanîn ku di hevdîtinên bi rayedaran re kirine de “pirsgirêka ewlehiyê” weke hincet hatiye nîşandan. Încîn, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lê me tespît kir ku pirsgirêk zêdetir ji ber nelihevkirina rantê ya siyasiyan derketiye holê. Ji bo avahiya nexweşxaneyê beriya niha di erdên cudatir de xebat hatin kirin. Lê belê ji ber nelihevkirinên navbera mirovên nêzî partiya desthilatdar a heyî li ser cihê avahiya nexweşxaneyê heta niha tesîseke tenduristiyê nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê jî li Elkê xizmeta tenduristiyê niha ne li nexweşxaneyê di avahiya dibistanekê de tê dayîn.”   Încîn, anî ziman ku şertên fizîkî yên avahiya dibistanê ji bo pêşkeşkirina xizmeta tenduristiyê ne guncav in û wiha berdewam kir: “Veguherandina polan a yekeyên xizmetê, servîsên cihan bi tena serê xwe pirsgirêk e. Em dikarin bêjin ku niha li navçeyê xizmeteke tenduristiyê ya biwesf nayê dayîn.”   KÊMASIYA PERSONELAN HEYE   Încîn, da zanîn ku pirsgirekeke din a girîng a nexweşxaneyê jî kêmasiya personelan e. Încîn, bi lêv kir ku kêmasiya personelan dîsa ji ber têkiliyên siyasî derdikeve holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibînin ku hin personelên ku cihê peywîra wan Elkê ye bi hin cureyên torpîlên siyasî li nexweşxaneyên li navçeyên Silopiya, Cizîr û navenda Şirnexê tên peywîrdarkirin. Dîsa torpîlên bi sendîkayên alîgir bi bandor dibin. Ji ber vê yekê bi taybetî niha li nexweşxaneya dewletê di yekeyên rontgen, laboratuvar û beşa lezgîn de valahiya personelan heye. Di van yekeyan de hin hevalên me neçar dimînin 15-16 rojan 24 saetan nobetan bigirin. Ev yek jî bi xwe re kar û bareke cidî ya kar tîne. Ji ber vê yekê di personelên tenduristiyê yên li wir dixebitin de pirsgirêkên qedîn û acizbûnê hene. Ev peywîrdarkirin di heman demê de tayînên nava bajêr jî asteng dike û dibe sedemê mexduriyeteke cuda. Ji ber ku kontenjanên tayînkirina nava bajêr ên li herêmên din bên vekirin ji aliyê kesên ji navçeya Elkê bi torpîlê tên ve tên tijîkirin. Ji ber van torpîlan û neşarezatiyê xizmeta tenduristiyê ya bikalîte nikare bê hilberandin.”   XWARIN NE BAŞ IN!   Încîn, anî ziman ku pirsgirêka xwarinê ku di gelek saziyên cemaweriyê de tên jiyîn li nexweşxaneya dewletê jî tê jiyîn wiha lê zêde kir: “Em xwediyê şîrketên xwarinê yên li tesîsên tenduristiyê dizanin. Ev jî bi referansên siyasî îhaleyên li saziyên cemaweriyê digirin û teqez şertnameya xwarinê bi cih naînin. Personelên nexweşxaneyê diyar kirin ku xwarinên ji aliyê fîrmayê ve tên çêkirin ne paqij in û têra wan nake. Ligel vê yekê personelên tenduristiyê bihayê xwarinên ku naxwin jî didin. Ji ber pergala biqert an jî îmzeyê nîne ji hevalên me her roj ji bo serê danî 14 lîre heqê xwarinê tê birîn.    Încîn, diyar kir ku divê xizmetên cemaweriyê bi awayekî plankirî û bernamekirî bên kirin û ne di bin bandora partiyeke siyasî de be. Încîn, bi lêv kir ku ji ber cihê wê yê erdnîgariyê pirsgirêkên veguhastinê ya navçeyê bi navenda bajêr û navçeyên din re heye û destnîşan kir ku divê demildest nexweşxaneyeke baş li navçeyê bê avakirin.”   MA / Omer Akin