Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne 2023-11-08 11:21:34   ENQERE - AYM, dê îro ji bo serlêdana ji bo betalkirina "Qanûna Sansurê" hatibû kirin, bicive. Beriye civînê rojnamevan li ber AYM'ê dest bi nobedê kirin.    "Qanûna Têkoşîna Li Dijî Dezneformasyonê" ku wekî "Qanûna Sansurê" tê binavkirin, di 14'ê Cotmeha 2022'yan de li Meclisê bi dengên AKP-MHP'ê hatibû qebûlkirin.    CHP'ê jî ji bo betalkirina xala 29'an a vê qanûna navborî, di 20'ê Cotmehê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM, dê îro ji bo vê serlêdana CHP'ê bicive. Beriya hevdîtinê nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û rojnamevan li ber AYM'ê dest bi nobedê kirin. Rojnamevan Tolga Şardan jî ku çend roj berê ji ber vê qanûnê hatibû girtin û paşê hatibû berdan jî, tev li nobedê bû.   Nobeda rojnamevanan a li ber AYM'ê didome.