Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin 2023-11-08 12:40:08   ENQERE - Fîgen Aras a ji doza TJA'yê girtiye da zanîn îdianameyên der barê wan de hatine amadekirin ûcûbe ne û got di dosyayê de feraseta ji têkoşîna jinan ditirse heye.    Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ye û di 30'yê mijdara 2022'yan de dest pê kir di 2'yê kanûna 2022'yan de aktivîstên TJA'yê Gulistan Dehşet, Didar Çeşme, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Figen Ekti, Mekiye Ormanci û Amine Demir Çoban, Zeynep Boga hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Sîncanê ya Jinan û Tamcihan Çelebi, Besile Narin, Meral Şimşek, Zekiye Guler, Hulya Taşar, Yeliz Ayyildiz Kiyak, Dilan Akpolat, Aysel Ceylan, Hazal Aras û Beritan Can Yaşa bi tedbîra kontrola edlî hatibûn berdan.    Merve Tekîn Demirel a bi hepsa malê tê darizandin û di heman demê de Sultan Esen a tedawiya pençeşerê dibîne û ew jî bi hepsa malê tê darizandin duh bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn.    5 jinan xwestin bi kurdî parastina xwe bikin li ser vê yekê şandeya dadgehê kurdî wekî "xwe dixwaze bi zimanekî din îfade bike" pênase kir.    Danişîna doza jinan bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebirin an jî avakirina rêxistinê" jê tên darizandin di roja duyem de, li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat tê lidarxistin.    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera HEDEP'ê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit, parêzerên OHD'ê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê, gelek jin û malbat tev li danişînê bûn.    Parêzeran diyar kirin ku berî danişînê polîs ji TEM'a Enqereyê hatine eywana danişînê û xwestin bê tespîtkirin ka li ser wan çek heye yan na. Şandeyê da zanîn danişîn ji her kesî re vekiriye û daxwaza parêzeran red kir.    Parlamentera HEDEP'ê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit û parêzer Gulan Çagan Kaleli jî bertek nîşanî hatina polîsan a li eywanê dan.    Danişînê bi parastina Figen Aras a girtî dewam kir.    'EZ PIR DIXWÎNIM Û DIXWAZIM HEMÛ JIN AZAD BIN'    Fîgen Aras bi lêv kir ku wê qeza kiriye û tevî travmaya serî derbas kiriye jî bi binpêkirina mafan rû bi rû hatiye hiştin û wiha got: "Îdianameyên der barê me de hatine amadekirin ûcûbe ne û di dosyayê de feraseta ji têkoşîna jinan ditirse heye. Ez mamoste me û xebatên jinan didim meşandin. Ez pir dixwînim û dixwazim hemû jin azad bin. "   'JI EM KURD EM TÊN DARIZANDIN'    Aras da zanîn ew li maseya komeleya jinan a Tirkiyeyê dixebite û got: "Di serdema navîn de bi milyonan jin bi îddiya 'pîreboktiyê' hatin şewitandin. Wê serdemê li dadgehan şahidan digotin van jinan şifakar in û şev jî bi şeytan tên gel hevdu û agahiyê digirin. Çêkirina sîrkeyê ya ji lîmonan a jinan wekî pîreboktî tê pênasekirin. Dewlet niha ji bo wan jinên hatine şewitandin lêborînê dixwazin. Ji ber kurd im loma jî di dosyayê de min wekî ûcûbe nîşan didin.    'EZ TJA'YÊ WEKE QADA TÊKOŞÎNÊ DIBÎNIM'    Aras diyar kir ku tevlîbûna wê ya panela ku TJA li Wanê pêk anî weke sûc hatiye nîşandan û ji heyetê pirsî, "Di vê panelê de me çi kir, li hemberî kê şîdet hat kirin?" û  got: “Ez TJA’yê weke qada têkoşîna jinê dibînim. Ez bi sedan jinan re beşdarî çalakiya 25'ê Mijdarê bûm, ger ev çalakî ne hiqûqî bin, çima em li pêşberî polîsan vê dikin? Her wiha dibêjin 'avakirina rêxistina çekdarî'. Rêxistin û çek li kû ne?Min heta niha tenê xwendekarek îdare kiriye û ji xeynî zewaca xwe tiştekî din îdare nekiriye. Di raporên MASAKê de min pere ji keçmala x xwe re şand sûc hat hesibandin, hevjînê min yên 23 salan ji min re pere şand ew jî sûc hat hesibandin, jinek bi bipolar hebû ku nexweş bû hat komeleyê 200 TL lazim bû, min da û ew jî ket dosyayê. Dibînim yekî bi navê Şemsettîn Ulaş di dosyayê de ye, zêrker e. Min ji bo dawetê zêr kirî. Dema tu van hemûyan rakî, îdianameya feraseta ku ji têkoşîna jinê ditirse, dimîne. Ez di komeleyan de dixebitim û îtîrazên min hene. Me dibirin tuwaleta mêran a jêr, mêrik bi me re diaxivi, dema dît ku em kurd in, got 'ez hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê me', hevalê min jî got 'ez jî siyasetmedar im'. “Bifikirin, rewşek wisa heye."   'WERIN LI PANELÊN ME TEMAŞE BIKIN'    Fîgenê bi bîr xist ku bavê wê axaftina bi kurdî li wan qedexe kiriye, lê dema bavê wê jiyana xwe ji dest daye bavê wê bi kurdî diaxiviye û wiha got: “Bi hezaran jinên ku dikevin girtîgehê û derdikevin  nîşan didin ku ev têkoşîn rewa ye. Min vala bikin da ku ez karibim karê xwe bidomînim. Werin em we jî vexwînin panelên xwe. Ez tiştekî qedexe nakim, her tim li pişt me polîs hene. Hûn ê bibînin ku îdianameya ji bo vê dosyayê hatiye amadekirin çiqas vala ye."   DAXWAZA BERDANÊ    Girtî Gulîstan Dehşet piştre axivî û dest bi parastina xwe kir. Dehşet anî ziman ku ji ber sûcên bêbingeh ev salek e di girtîgehê de ye û diyar kir ku ne tenê ew mexdûr bûye, birayê wê yê nexweşiya bîpolar ku bi wî re dijiya jî mexdûr bûye. Dehşet got: “Min di navbera salên 2007-2011’an de di nav partiyeke rewa di nava xebatên jinan de cih girt. Gulîstanê bi lêv kir ku birayê wê yê dupolar girêdayî wê ye û di qeydan de diyar dibe ku salek e nehatiye dermankrin û wiha got: “Piştî sala 2011’an ez beşdarî xebatên jinan nebûm." Gulîstanê bi daxwaza berdana xwe dawî li parastina xwe anî.   Danişîn bi parastinan dewam dike.