AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da 2023-11-08 13:21:25   AVENDA NÛÇEYAN - Ji bo nûçeya Arti Gerçekê ya bi sernavê “Ji qereqolê bersiva ji bo ‘topa hewanê’: Em ji bo ceribandinê diavêjin” biryara astengkirinê hatibû dayîn. AYM’ê biryara astengkirinê weke “binpêkirin” nirxand.    5’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Enqereyê ji bo nûçeya Arti Gerçekê ya bi sernavê “Ji qereqolê bersiva ‘topa hewanê’: Em ji bo ceribandinê diavêjin” biryara astengkirinê hatibû dayîn. Li dijî vê biryarê Arti Media’yê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi sedema binpêkirina mafê xweîfadekirin û azadiya çapemeniyê îtîraz kiribû.    Di daxwaznameyê de hatibû gotin ku biryara tevdîrê bêyî hincet hatiye dayîn û ev biryar biryareke sansûrê ye û mudaxileyeke bêperwa ya li dijî azadiya xweîfadekirinê ye. Her wiha biryara AYM’ê ya ji bo Bîrgunê hate bibîrxistin.    WEZARETÊ BIRYAR PARAST   Di biryarê de cih da nêrîna Wezareta Dadê jî. Wezaretê biryara astengkirinê parast û got: “Biryar, di demeke ku propaganda û dezenformasyon zêde hatine kirin de hatiye dayîn. Saziyên dewletê hedef hatine girtin. Dema biryarên dadgehan tên nirxandin, divê ev yek li ber çavan bê girtin.”    BIRYARA BINPÊKIRINÊ   AYM’ê bi piraniya dengan biryar da ku bi astengkirina nûçeyê re xalên 26 û 28 ên Destûra Bingehîn ku mafên xweîfadekirin û azadiya çapemeniyê diparêzin hatine binpêkirin. AYM’ê ji bo encamên binpêkirinê ji holê bê rakirin û darizandin jinûve bê kirin dîsa li 5’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Enqereyê vegerand. Lê di heman demê de AYM’ê daxwaza tazmînatê red kir.