Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin 2023-11-08 15:04:44   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir der barê wî de dozek hatibû vekirin û jê tê darizandin. Dadgehê bi hinceta ku parêzbendiya wî ya qanûndanînê heye darizandinê sekinand.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” dihat darizandin. Danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Bayindir beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wî Burhan Arta û Yunus Muratakan di danişînê de amade bûn.    Têkildarî parlamenteriya Bayindir belge û ewraq ji Desteya Hilbijartinê ya Batmanê û Meclisê hatibû xwestin. Belge û ewraq hatin û li dosyeyê hatin zêdekirin. Dozger xwest darizandin bê sekinandin. Şandeya dadgehê jî daxwazên parêzeran li ber çavan girt û biryar girt ku di çarçoveya parêzbendiya qanûndanînê ya Bayindir de darizandin bê sekinandin.