Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin 2023-11-08 20:54:30       WAN – Dadgeha Îstinfaê, ji ber nûçeyên wan ên der barê welatiyên ku di sala 2020'an de ji helîkopterê hatibûn avêtin de, cezayê li rojnamevan Îdrîs Yayla û Ferhat Çelîk hatibû birîn, pesend kir.    Di 11'ê Îlona 2020'an de li navçeya Şax a Wanê leşkeran welatiyên bi navê Servet Tûrgt û Osman Şîban binçav kiribûn û paşê ew ji helîkopterê avêtibûn. Rojnamevan Ferhat Çelîk û Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyan Haberê Îdrîs Yayla jî bi nûçeyekê ragihandibûn ku dozgerê lêpirsîna bûyera helîkopterê bi rê ve biriye û û rojnamevanên ku bûyerê rgihandinê binçav kiriye heman dozger e. Ji ber bê bi sûcê "hedefnîşandana kesên di têkoşîna li dijî terorê de" sal û 3 meh ceza li Çelîk û Yayla hatibû birîn.    Dadgeha Îstinafê ya Wanê cezayê ku li her du rojnamevanan hatibû birîn pesend kir.    Piştî vê biryarê tê payin ku parêzerên rojnamevanan serî li Dadgeha Bilind bidin. Ger Dadgeha Bilind cezayê hatiye birîn pesend bike, dê her du rojnamevan bên girtin.