Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da 2023-11-08 22:29:54   ÊLIH – Serdana şîna Aynûr Yaşar û zarokên wê Berîtan, Viyan, Rodî, Bahoz û Cûdî yên li navçeya Misirc a Sêrtê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.    Duh li texma gundê Hishis ê navçeya Misirc a Sêrtê qezayeke trafîkê çêbû. Di qezayê de Aynûr Yaşar û zarokên wê Berîtan (15), Viyan (14), Bahoz (12), Cûdî (6) û Rodî (4) jiyana xwe ji dest dan. Şîna kesên jiyana xwe ji dest dan li gundê Zengovî yê navçeya Hezo ya Êlihê hat danîn. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê yê Hezoyê Mehmet Yaşar ku di qezayê de birîndar bûbû, serdanan qebûl kir.   HEvserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlementera HEDEP'ê Zeynep ODûncû, Sabahat Erdogan Saritaş, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên DBP, HDP, HEDEP ên Sêrt û Êlihê û gelek welatî serdana şînê kirin.