Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin 2023-11-08 22:59:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma bi navê Hêzên Berxwedana Iraqê, êrişî baregeha leşkerî ya Şedadê ya Amerîkayê ya li Hesekê kir.   Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ku 7’ê Cotmehê dest pê kir, koma bi navê Hêzên Berxwedana Iraqê, êrişî baregeha leşkerî ya Şedadê ya Amerîkayê ya li Hesekê kir.   Der barê encama êrişê de tu agahî nehatin bidestxistin û daxuyaniyeke fermî jî nehat dayîn.   Heta niha gelek êriş li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin. Hinek ji wan êrişan ji aliyê Hêzên Koolîsyonê û pergalên parastina hewayî yên Amerîkayê ve hatin bêbandorkirin.    Pentagonê jî îro di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişan de, da zanîn ku di êrişên li Iraq û Sûriyeyê de yên li ser baregehên wan, bi giştî 46 leşkerên wan birîndar bûne.