Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin 2023-11-09 09:03:08   STENBOL - Ji Înîsyatîfa Rewşenbîr û Hunermendên Demokratîk nivîskar Ahmet Aktaş destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê "êrişeke bîrdozî ye" û got: "Heya tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe dê çalakiyên me bidomin."    Kampanyayê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fizîkî hatine destpêkirin, li seranserê cîhanê didomin. Înîsyatîfa Rewşenbîr û Hunermendên Demokratîk jî di çarçoveya kampnayaya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji bo pirsgirêka kurd çareserî" de di 9'ê cotmehê de li bajarê Koln ê Almanyayê deklarasyoneke belav kir. Ji kesên tev li deklarasyonê bûn nivîskar Ahmet Aktaş, meseleya kurd û daxwazên ji bo Abdullah Ocalan nirxand.    'FIKRÊN ABDULLAH OCALAN SÎNOR DERBAS KIRIN'   Aktaş bilêv kir ku bi tecrîdê tê xwestin ku Abdullah Ocalan ji gel bê dûrxistin û wiha got: "Bi polîtîkayên tecrîdê gel çavtirsandî dikin. Lê gel tirsê derbas kiriye, derbasî merhaleya îradebûn û rêxistinbûnê bûye. Ev îradebûn û rêxistinbûyîn, planên hêzên navdewletî pûç kirin. Bala xwe bidinê, li cîhanê gelek rewşenbîr, feylezof, nivîskar, hunermend, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar ji bo azadiya Abdullah ocalan çalakiyan li dar dixin û têdikoşin. Ev jî nîşan dide ku Abdullah Ocalan sînorên welêt derbas kiriye û fikrên wî gihîştine cîhanê."    Aktaş destnîşan kir ku li cîhanê yê herî demdirêj di şert û mercên tecrîdê de maye Abdullah Ocalan e û bal kişand ser têkoşîna li dijî tecrîdê. Aktaş wiha domand: "Hêzên navdewletî her ku hewl didin felsefeya Abdullah Ocalan tune bikin, bîrdoziya wî wekî darberûyekê rehên xwe berdide û sazûmaniya wxe ava dike. Lewma Abdullah Ocalan êdî tenê ne kesek e yan jî ne rêberek e, êdî sazûmaniyeke rêbertiyê ye. Ji ber ku ji bo tevahiya gelên cîhanê rê û perspektîfek berpêş kiriye, şoreşeke mezin kiriye. Bi ya min şoreşa wî ya herî mezin jî, şoreşa jinê ye. Ya herî jê tê tirsîn jî ev e."    'DÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN'   Aktaş ku got "tecrîd çi qas bê kûrkirin bila bê kûrkirin, lê ev felsefe êdî gihiştiye mêjî û dilê mirovan" û wiha pê de çû: "Tecrîd niha bi destê hêzên navdewletî tê domandin. Ji ber ku destûr tê dayîn, tecrîd tê kûrkirin. Bifikirin li cihekî pisîkek ji ser darê dikeve erdê û hemû cîhan radibe ser pêyan. Lê li hember tecrîdê hemû dinya ker û lal e."    Aktaş ku polîtîkayên tecrîdê wekî "êrişeke bîrdozî" pênase kir, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji lew re êriş li bîrdoziyekê tê kirin. Paradîgmaya neteweya demokratîk a ku Abdullah Ocalan pêşniyaz kiriye, jiyaneke adil, demokratîk, azad, wekhev û jiyaneke bi rûmet a bi hev re esas digire. Vê yekê ji bo hemû gelên cîhanê dixwaze. Lê netew-dewlet hê jî di tekparêziyê de israr dikin. Ji bo domandina pergalên xwe, hewl didin bi polîtîkayên tecrîdê civakê bêexlaq bikin. Lewma li hundir fihûş, tiryak, dizî û hemû tiştên bêexlaq dikin. Her wiha dixwazin berberîbûnê têxin navbera gelan û atmosfera pevçûnî gur bikin. Lewma naxwazin Abdullah Ocalan biaxive û dengê wî bê bihîstin."    Aktaş ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê bang kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her ku têkoşîn mezin bibe, dê jiyaneke azad, demokratîk û enternasyonal ava bibe. Lewma heya tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe dê çalakiyên me bidomin. Divê hemû nivîskar, hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas û her kes li dijî vê tecrîdê bi berprisiyarî tevbigere."    MA / Esra Solîn Dal