Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be 2023-11-09 10:26:07   WAN - Welatiyên Wanê  ji bo “Meşa Azadiyê” banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: "Em dixwazin Ocalan û hemû girtiyên din di nav me de bin. Em ê di 18’ê mijdarê de li qadan bin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê di 18'ê mijdarê de ber bi Gemlîk a Bursayê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Di çarçoveya amadekariyên meşê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û civînên gel tên lidarxistin. Welatiyên duh li Wanê tev li civîna gel bûn, têkildarî meşê û girîngiya wê axivîn.   ‘DEWLET JI OCALAN DITIRSE’   Welatiyê bi navê Orhan Hasan destnîşan kir ku gelê kurd bi salan e rastî polîtîkayên zext û zilmê tê û diyar kir ku gelên ji bo Filîstînê rabûne ser piyan, dema mijar dibe kurd û Rojava kerr û lal dibin. Orhan, diyar kir ku dewlet ji Ocalan ditirse û ji ber vê yekê tecrîdê giran dike. Orhan, wiha dom kir: "Dewlet ditirse lewma nahêle hevdîtin bên kirin. Ji tiştên dê Ocalan bibêje ditirse.  Ji bo ku ev polîtîka werin rawestandin ne tenê ber bi Gemlîkê ve, divê meşên ji bo her cihekê werin rêxistinkirin. Divê gelê kurd bi her awayî bertekên xwe nîşan bide. Heke îro kesek ji bo ku bibe dengê min ewqas zilm dabe ber çavê xwe divê ez jî bibim dengê wî. Divê meş werin zêdekirin, bertek werin bilindkirin.”   ’EM Ê DI 18’Ê MIJDARÊ DE LI QADAN BIN’   Têkildarî mijarê Abdurrahman Balban jî anî ziman ku cihê tecrîdê ne di hiqûqê de ne jî di olê de heye û da zanîn ku polîtîkayên desthilat dide meşandin ne exlaqî ne jî wijdanî ne. Balban, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di olê de zilm nîne lê belê di ola ku van ava kiriye de hemû tiştan didin jiyîn. Heqaret, zilm, îşkence, qetilkirin heye. Ma oleke wiha dibe? Di ola wan avakirî de ji bilî heqaret û zilmê tiştek nîne. Divê tevahiya kurdan bibe yek û tecrîdê bişkîne. Divê her kesê ku dibêje ez mirov im dengê xwe derbixe. Ji ber vê yekê divê her kesek tev li meşe bibe. Divê her kesekê ji xwe re dibêje ez kurd im, di 18’ê mijdarê de li qadan be.”   ‘JI TECRÎD Û ZILMÊ RE ÊDÎ BES E’   Abdulkerim Yildirim Çakar jî destnîşan kir ku heya gelê kurd nebe yek, dê ev polîtîkayên tecrîd û şer berdewam bikin û ev tişt anî ziman: “Ji bo tecrîd were şikandin, divê her kesek li qadan çalakiyên protestoyan bide destpêkirin. Êdî em dixwazin Ocalan azad be. Her ku gel bêdeng be, dê ev bêhiqûqî, bêedaletî û tecrîd berdewam bike. Parlamenterên me tên girtin, qeyûma tayînî şaredariyên me dikin, derî qanûnî çi hebe tê kirin. Em dê bi yekitî û hevrabûnê vê tecrîdê bişkînin. Êdî em vê zilmê naxwazin û çi hewce be em ê bikin.”   ‘DIVÊ OCALAN ÊDÎ NAV ME DE BE'   Ji welatiyan Dûriye Sabay jî bilêv kir ku divê êdî Abullah Ocalan azad bibe û wiha got: "Heya ku Ocalan azad nebe, ne civak ne jî jin dê azad bibin. Azadiya Ocalan tê wateya azadiya her kesî. Em dixwazin êdî Ocalan jî girtiyên din jî di nava xwe de bibînin. Ji 7 salî heya 70’ê salî divê her kes di 18’ê mijdarê de tev li meşe bibe. Em ê aştî û demokrasiyê di 18’ê mijdarê de ava bikin. Bijî azadî.”   BANGA MEŞÊ   Ahmet Dînç jî got ku tecrîd belavî tevahiya civakê bûye û axaftina xwe wiha qedand: "Ev dewlet, gelê kurd weke dijminê xwe yê herî mezin dibîne. Çima li dijî Ocalan tecrîd tê meşandin? Ocalan rêberê gelekî ye û bi salan e di bin tecrîdê de tê ragirtin. Divê her kesek li cihê lê ye dengê xwe derxîne û tev li meşê bibe.”