Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin 2023-11-09 11:30:51   AMED - Danişîna doza rojnameger Safiye Alagaş jê tê darizandin taloqî 22’yê sibatê hat kirin.    Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Midûra nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş de doz hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Tevî Alagaş a ku negirtî tê darizandin, parêzerên Alagaşê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rêveberên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), PENa Kurd, ji Amsterdamê hiqûqnasên endamên Weqfa Clooney a Ji Bo Edaletê (Clonney Foundation For Justice) Georgia Canura û Carolina Saad tev li danişînê bûn.     DANIŞÎN TALOQÎ 22’YÊ SIBATÊ HATE KIRIN   Piştî tespîta nasnameyan, Alagaş parastina xwe kir û diyar kir ku tiştekî li ser parastina xwe ya beriya niha zêde bike tune ye. Parêzer Resûl Temûr ê piştî Alagaşê axivî, diyar kir ku muwekîla wî ji ber ku rojnameger e û têkildarî xebatên xwe yên rojnamegeriyê divê tev li civîneke derveyî welêt bibe û xwest qedexeya wê ya derketina derveyî welêt were rakirin. Her wiha Temûr xwest ku amûrên dîjîtal ên di lêgerîna malê û yên di avahiyê JINNEWS’ê de hatine desteserkirin jî werin dayîn.    Parêzera Alagaş a din Pîrozhan Karalî jî heman daxwaz anî ziman. Dadgeh dê biryara xwe ya derbarê dayîna amûrên dijital û qedexeya derketina derve ya welat a Alagaş, di danişîna taloqî 22’yê sibatê kiriye de eşkere bike.