Kubîlay: Biryara Dadgeha Bilind darbe ye 2023-11-09 13:57:50   ENQERE - Siyasetmedar Gunay Kubîlay di Doza Kobanê de parastina xwe kir û wiha bal kişand ser Dadgeha Bilind ku got “Em biryara AYM’ê nas nakin”: “Biryara Dadgeha Bilind, li dijî pergala Destûra Bingehîn darbe ye.”   Rûniştina çaremîn a danişîna 40’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Girtiyên siyasî Sebahat Tuncel, Aynûr Aşan, Alî Urkut û Gunay Kubîlay û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    ‘BIRYARA DADGEHA BILIND DARBEYEKE LI DIJÎ PERGALA DESTÛRA BINGEHÎN E’    Siyasetmedar Gunay Kubîlay parastina xwe di roja duyemîn de domand. Kubîlay, got ku nenaskirina biryara binpêkirinê ya AYM’ê ya ji bo Can Atalay ji hêla Dadgeha Bilind ve “darbe ye” û wiha got: “Li Tirkiyeyê daraz tu caran li gorî biryarên AYM’ê tevnagere. Weke mînak; bi biryara binpêkirinê ya ji bo Dayikên Şemiyê û ya ji bo Can Atalay nayê kirin. Îktîdar bi xwe li gorî biryarên AYM’ê tevnagere û li dijî AYM’ê darbeyê dike. Heke partiyeke din a siyasî ev yek bikira dê derheqê wan de ji 302’yê lêpirsîn bihata vekirin û hemû endamên wê bihatina girtin. Bi destê Destûra Bingehîn li dijî pergala Destûra Bingehîn darbe hatiye kirin. Dê bedelên vê yên siyasetê giran bin.”    DELÎLEKE ŞÊNBER TUNE YE   Bi domdarî Kubîlay têkildarî tawanbariyan axivî. Kubîlay, ji bo tawanbariya “endamtiya rêxistinê” wiha got: “Ji bo vê îdiayê tu delîlek nehatiye bidestxistin. Îdia dikin ku ez endamê PKK-KCK’ê me. Ji ber ku tu delîlên şênber nehatine dîtin, bangawaziyên ji bo PKK-KCK’ê weke bangawaziyên min hatine nîşandan. Ez van delîlên ne aydê min red dikim. Her wiha ji ber daxuyaniyên xwe yên dema min berdevkiya HDP’ê dikir têm sûcdarkirin. Ji bilî rewşên awarte, her hefteyê min li ser navê partiyê daxuyanî dan. Lê her çar daxuyaniyên di dosyayê de tenê yên bi mijarên pirsgirêka kurd in. Gotinên min weke gotinên rêxistinên hatine nîşandan. Min xwest ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û bêhiqûqtî û bêedaletî ji holê rabe.”   ‘TECRÎD ARGUMANEKE GERDUNÎ YE’   Kubîlay, got ku di mutalaayê de mijara tecrîdê weke “argumana PKK’ê” hatiye nîşandan û wiha got: “Têgeha tecrîdê, têgeheke gerdunî ye. Weke têgeha PKK’ê be tê nîşandan û ev tiştekî deraqilî ye. Li her devera cîhanê tecrîd weke sepanekî dermirovî tê dîtin. Ji ber ku Ocalan di bin tecrîdê de ye ev nayê wê wateyê ku peyva têgehê gerdunî nîne.”    Dadgehê heta saet 13.40’ê navber da danişînê.