Dadgehê biryar da ku rewşa ‘taloqkirina înfazê’ ya ji bo Ozkan bidome 2023-11-09 15:06:15   EDENE - Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê înfaza Mehmet Emîn Ozkan ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin. Rapora nexweşxaneyê ya “Nikare di girtîgehê de bijî” pêşkeşî dadgehê hate kirin. Dadgehê biryar da ku rewşa “taloqkirina înfazê” bidome.   Mîrlîwa Bahtiyar Aydin di sala 1993’yan de li navçeya Licê ya Amedê hatibû kuştin û Mehmet Emîn Ozkan (84) bi îdiaya kuştina Aydin hatibû girtin. Ozkan, ku 27 salan di girtîgehê de ma, ji ber rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” înfaza wî ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin. 31’emîn danişîna doza Ozkan a di çarçoveya jinûvedarizandinê de li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hate lidarxistin. Ozkan, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tev li danişînê bibe. Ji parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker di danişînê de amade bû.    RAPORA NEXWEŞXANEYÊ: NIKARE JIYANA XWE BIDOMÎNE    Parêzer Şekşer, “Rapora Lijneya Tenduristiyê ya Rewşa Radigihîne” ya di 10’ê cotmehê de ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatiye wergirtin pêşkeşî dadgehê kir. Di raporê de nexweşî û rewşa Ozkan bi berfirehî hate vegotin û hat gotin ku nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî û hat destnîşankirin ku divê cezayê wî were taloqkirin.    JI BO MUTALAAYÊ DEM HAT XWESTIN   Dozger, ji bo mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê bike dem xwest. Parêzer Şeker jî bal kişand ser rapora Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji bo Ozkan amade kiriye.    ‘JI BO BERAETÊ HEMÛ MERC GUNCAV IN’    Parêzer Şeker, anî ziman ku tenduristiya Ozkan ji bo girtîgehê guncav nîne û wiha got: “Di raporê de rewşa Ozkan hatiye vegotin. Divê nekeve girtîgehê.” Şeker bal kişand ser doza li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê didome û wiha pê de çû: “Di vê rewşê de hewcehiya we bi biryareke derheqê esasê de nîne. Ji bo biryara beraetê hemû merc guncav in.”    Şandeya dadgehê daxwaza dozger qebûl kir, ji bo Ozkan biryara “taloqkirina înfazê” da û danişîna dozê taloqî 7’ê kanûnê kir.