Ji Gulistan Dokûyê 1405 roj in agahî nayê girtin: Dosya dê jinûve bê lêkolîkirin 2023-11-09 16:10:24   AMED -  Xwişka Gulistan Dokû ya piştî di sala 2020’an de li Dêrsimê ji wargehê derket û êdî agahî jê nehate wergirtin, Aygul Dokû ya bi Waliyê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû re hevdîtin kir, diyar kir ku dê dosya jinûve bê lêkolîkirin.    Ji Gulistan Doku (21) ya di pola duyemîn a beşa Pêşvebirina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê de dixwend ji 5’ê çileya 2020’an piştî ku ji wargeha lê dima derket agahî jê nehate wergirtin. Malbata Dokû di roja hezar û 405’an a windakirina wê de hate Dêrsimê û bi Waliyê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû re karîn hevdîtinê bikin.    BERTEK NÎŞANÎ WALÎ TEKBIYIKLIOGLÛ DABÛ   Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû ya di 6’ê mijdarê de çû Dêrsimê piştî ku hewldanên wê yên hevdîtina bi Waliyê nû Tekbiyikoglû re bê bersiv hatin hiştin, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal vîdeoyek parve kiribû û wiha gotibû: “Îro roja hezar û 402’yan a nebûna Gulistanê ye. Hezar û 402 roj in Gulistan nîne. Em ji bo bi Waliyê nû re hevdîtinê bikin û ji Wezareta Karên Hundir daxwaza randevuyê bikin hatin. Ji duh ve hêzên ewlehiyê li pey me ne. Çima hêzên ewlehiyê nakeve pey kesên xwişka min ji me girtin û ji bo em pirsa Gulistanê dikin dikevin pey me? Peywîra hêzên ewlehiyê ne ew e ku li pey kujeran û tecawizkaran be?”   HEVDÎTIN PÊK HAT   Xwişk Dokû, îro bi Walî Bulent Tekbiyikoglû û Midurê Polîsan ê Bajêr Hakan Yilmaz re li avahiya walîtiyê hevdîtin kir. Aygul Dokû piştî hevdîtinê da zanîn ku dosya dê ji destpêkê ve jinûve bêlêkolînkirin û anî ziman ku vê gava hatiye avêtin hêvî da wan. Dokû, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gotin dê dosya bi awayekî berfireh jinûve bigirin dest û dixwaizn demildest hîn bibin ku çi li Gulistanê hatiye. Vê gava wan hêvî da me. Em demildest dixwazin ku çi bi serê xwişka min hatiye. Em dixwazin Gulistan ji tarîtiyê derkeve.”