Doza Kobanê: Şahid îfadeyên hev pûç dikin 2023-11-09 20:42:44   ENQERE - Siyasetmedarê girtî Gunay Kubilay ku ji doza Kobanê tê darizandin, got: "Şahid çar îdiayên cuda derpêş dikin. Wekî bi lîstika şensê bilîzin îfade dane. Hûn ê ji bo hukmê beyanên van şahidan esas bigirin?"    Rûniştina 4'an a danişîna 40'emîn a Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yemîn a Enqereyê ya li Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Siyasetmedar Gunay Kubilay û parêzerên wê beşdarî rûniştina îro bûn.    Kubilay bal kişand ser îdiayên şahidên eşkere û veşartî ku hev du pûç dikin û got: "Şahid çar îdiayên cuda derpêş dikin. Wekî bi lîstika şensê bilîzin îfade dane. Hûn ê ji bo hukmê beyanên van şahidan esas bigirin?"    Kubilay ev tişt anîn ziman: “Gotinên şahidan hev înkar dikin. Çar îfadeyên şahidên cuda hene hemû jî hev pûç dikin. Ev jî nîşan dide ku pêwîstî bi pêşkêşkirina delîlên din tune ye.”   Kubilay got ku tê fêmkirin ku hemû şahid xwedî berjewendiyên şexsî ne.   Piştî parastinan dadgehê danişînê taloqî sibê saet 10.00’an kir.