ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-10 09:00:24   * Parêzer Cengîz Yureklî bal kişand ser biryara tevdîrê ya NY’yê ya ji bo Adullah Ocalan û wiha got: “Bicihanîna vê biryarê ji bo demokrasî û azadiyan dê xwedî cihekî girîng e.”   * Suryaniyên ku piştî salan hatin serdana gundê xwe yê di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatibû valakirin kirin, bêrîkirina xwe bi zêmaran dan der.    * Mehmet Emîn Ado yê di Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Kurkçulerê de, ragihand ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û got ku rastî êrişan tên.    * Welatiyên ku ji bo beşdariya li "Meşa Azadiyê" ku dê di 18'ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê kirin, bang kirin gotin ku armanca wan a sereke azadiya Abdullah Ocalan e.    * Berdevkê Komîsyona Kongreya Stenbolê Atîlla Ozdogan destnîşan kir ku armanca wan a li dar xistina kongreyê, ji nû ve xurtkirina hêviyê ye û gel vexwend kongreyê.    * Newala Qesaba ya li Sêrtê wek cihê gorên komî tê zanîn. Malbata Emîn Sarik ê ku tu gotin li wir hatiye veşartin, xwe amade dike ku bi daxwaza tespîta cenaze li wê deverê kolandin bê kirin. Malbatê bang li şahidên wê demê kir ku xwe bigihînin wan.    * Li Cizîrê bi dirûşmeya "Vejîn" di navbera 11-12'ê mijdarê de mîhrîcana çand û hunerê tê lidarxistin. Hunermend Umut Botan li ser mîhrîcanê axivî û got: “Ev mîhrîcan li gorî daxwazên gelê me pêk tê. Ji ber wê divê ku em weke Cizîra Botan xwedî li van bernameyên xwe yên çand û hunerê derbikevin."    * Hate diyarkirin ku berdana 7 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekirine 6 mehan hatiye taloqkirin.    * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê berdewam bike. (10.00)   * Parlamenter û rêveberên HEDEP'ê yên Wanê dê li navçeyên Wanê beşdarî civînên gel bibin. (10.00-17.00)   * Li Agiriyê têkildarî “Meşa Azadiyê” ya ku ber bi Gemlîkê ve bê kirin dê civîna gel bê lidarxistin. (12.00-17.00)   * Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) dê ji ber Edliyeya Enqereyê ber bi Dadgeha Bilind ve meşekê li dar bixe. (15.00)