Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan 2023-11-10 09:01:11   ŞIRNEX - Suryaniyên ku piştî salan hatin serdana gundê xwe yê di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatibû valakirin kirin, bêrîkirina xwe bi zêmaran dan der.    Suryaniyên ku wextekê li gundê Dêra Jor û gundê Cinêtê yên li ser Çiyayê Gabarê diman, piştî salan ji Almanyayê hatin serdana gundên xwe kirin. Her du gund jî di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatibûn valakirin. Piraniya kesên ku ji bêgavî terka gundên xwe kirin jî, koçî Almanyayê kiribûn.    Ji bo mirov biçe van gundên ku li cihekî hezar û pêncsed metre bilind, divê mirov hilkişe Çiyayê Gabarê.    Tê gotin zextên li ser suryaniyên li van her du gundan, di salên 80'yî de dest pê kiriye. Gundê Dêra Jorê şeş caran hatiye şewitandin û di sala 1990'î de jî bi temamî hatiye valakirin. Tê gotin berê bi hezaran darên zeytûnan û hinaran li derdora gund hebûne, lê niha yek ji wan jî tune ye. Her wiha Keşîşxaneya Mor Ahoyê jî ku tê gotin di navbera sedsala 7-8'an de hatiye avakirin, ji aliyê defînegeran ve hatiye texrîbkirin.    PIŞTÎ 40 SALAN HAT GUNDÊ XWE   Hanno Paçûn ku piştî 40 salan vegeriya gundê xwe got: "Ji ber ku hatim gundê xwe, wekî li bihuştê bim hîs dikim. Gava çav bi gundê me, xaniyan û keşîşxaneyê ketim hestyar bûm. Hêvîdar im gundê me dê ji nû ve bê avakirin û em bên li vir bi cih bibin."    Paçûn diyar kir ku ji ber ku xanî rûxiyane û defînger keşîşxaneyê texrîb kiriye xemgîn bûye û got ku divê rayedar bên vê rewşê bibînin.    ‘EM BÊRIYA WAN ROJAN DIKIN'   Afrîn Paçûn (78) ku ji gundê Dêrayê ye, 33 sal berê terka gundê xwe kiriye. Paçûn anî ziman ku gava çav bi kevirên gund ketiye kêfxweş bûye û bêrîkirina xwe ya bi salan wiha vegot: "Me ev kevir li pişta xw ebar dikirin û dianîn û me pê xanî çêdikirin. Me ev kevir ji geliyan anîn. Dibe ku em niha li Almanyayê bibin, lê kerba me û fikirê me li vir e. Lê tiştek ji destê me nayê. Ger gundê me bihata avakirin, ez ê bihatama li vir bi cih bûbûma. Ji ber ku rêya gund tune ye, xwegihandina gund zehmet e. Berî em koç bikin heywanên me hebûn û me cotkarî dikir. Min zeviyê li me yê li qeraxa rê ji sibehê heya êvarî bi gayan cot dikir. Pir zehmet bû, lê em kêfxweş bûn. Ez her tim dibêjim ez zor û zehmetiya li vir nadim bi rihetiya Almanyayê. Ez bêriya wan rojan dikim."    HERÎ DAWÎ EW JI GUND ÇÛ   Kerîm Paçûn jî got: "Di sala 1990'î de herî dawî ez ji gund derketim. Gundê me ji wê rojê ve vala ye. Piştî me baxçe û xaniyên me 6 caran hatine şewitandin. Berê gava mirov diket nava gund, ji darên zeytûnan rojê nedidît. Her der sih bû. Lê niha niha darê zeytûnan nemane. Ên mayî jî di cihên bi qelaç de ne. An hatine birîn an jî wek xwe mane. Zêdetirî 20 hezar darzeytûnên me hebûn. Niha an 200 heb mane yan jî nemane."    ZÊMAR LEWBANDIN   Meryem Kûral jî ku piştî salan serdana gundê xwe Cinêtê kir, çawa hat gund rojên berê hatine ber çavên wê. Kûral hesreta xwe ya ji bo gund bi zêmaran dide der.   Edîp Dûrû yê ji gundê Cinêtê jî anî ziman ku piştî 30 salan vegeriyaye gundê dê û bavan û got: "Ji ber ku hatim gundê xwe pir kêfxweş im. Li vir bêhna mirov dertê û bi xwe ve tê. Bîranînên me li vir in. Çendî em dûr ketibin jî, lê dilê me tim li vir bû."   Daxwaz û hêviya hemû suryaniyan ew e ku gundê wan ji nû ve bê avakirin û bên li vir bi cih bibin.    MA / Dilgeş Rûvanas